
Mamoste Milazim û Dayê ev 18 sal in ku li Berlînê ne ango li welatê xeribiyê. Meriv dikare bibêje ku Mamoste Milazim û Dayê hezkiriyê welatparêzên Berlînê ne, jiyana wan, serpêhatiya wan, parçeyek ji çîroka gelê Kurd e. Mamoste Milazim xelkê Milazgirê ye û heta 9 saliya xwe bêyî hebûna dewlata Tirk binase jiyaye.
Mamoste Milazim çîroka xwe, nasîna xwe ya zimanê Tirkî, şoreşê û herî dawî ya PKK´ê ji me re vegot, em jî vê çîroka Mamoste Milazim bi we re parve dikin.
Mamoste Milazim di 25’ê Sibata sala 1943’an li Milazgirê tê dinê. Li gel ku rewşa wan a aborî li gor mercên wê demê baş jî bûye, heta 9 saliya xwe nikare biçe dibistanê û pişte bi dilgermî xwe li xwendinê dide. Di çîroka wî de serkeftina li dibistanan, xweşiya gihiştina çêja welatheziyê, dilşadî û xemgîniya lawekî şehîd û kovanî jî heye.
Rewşa wê demê ya malbata Mamoste wiha rave dike:’ “Navê taxa me Ade bû, 3 km dûrê navenda navçeyê bû. Ji ber dûrbûnê ez neşandim dibistanê. Odeya me hebû, yek ji bîranînên min herî xweş ya zaroktiya min ev ode bû. Kalikê min Evdila Beg xwedîyê 8 hezar donim erdî bû. Demên berê otêl û xan tunebûn, gelek kesên ku li sûkê bi derengî diketin, dihatin mala me. Piçûk mezin jin û zarok kom dibûn. Zaroktiya min di nav sohbet, çîrok û metelokan de derbas bû.‘
Bi zimanekî xerîb û rihekî xwecih
Mulazim bi dilekî geş dest bi xwendinê dike, lê mixabin rastiya dibistanê ne mîna wan dîmenan e ku di wan de zarok bi cilên xweşik û bi ken li sinifan rûdinin. Mamoste Mulazim dibêje ku tişta herî zêde tesîr li ser wî kir nefêhmkrina zimanê mamoste bû û wiha vedibêje wan rojan: “Min ji xwe re digot, çima em ji wî tênagihijin? Zarokên Tirk pirr rehet bûn, wan notên baş digirtin û gelek zû bi pêş diketin. Me mîna wan nedikarî. Piştî salan vê nakokiyê kir ku ez bi kûrahî li ser babeta Kurdîtiyê rawestim. Heta têgihiştim ku ez û em ne ji wan in.”
Temenê Mulazim her çiqasî biçûk be jî hestê welatparêziyê bi wî re hene heta ku radibe li dibistanê dibêje: “Ez Kurd im.” Fikirên neteweyî bi saya Mele Mihemed Sadiq ê ku li medreseyan fêrî netewperweriya Cegerxwîn bûbû, li navçeyê geş dibe. Mulazim ê biçûk her ku mezin dibe dilê wî li Kurdîtiyê germ dibe,
Geşbûna hestên welatparêziyê
Kurdîtiya wê demê ne hêsan e. Rewşa gelê Kurd ya wê demê jî wiha vedibêje: “Li Bedlîsê min ev fikir ji yekî Mutkîyî re vekir: Got, eger tu ne dostê min ba, niha min giliya te dikir. Tu dixwazî welatê me perçe bikî! Piştre ez li ser sekinîm û min lêkolîn kir. Ev ti car ez reşbîn nekirim, hêviya min her gav bi gelê Kurd hebû.”
Piştî salan bi sosyalizmê re hemhal dibe, veguherîna xwe ya ji malbateke arîstokrat ber bi sosyalîzmê ve jî wiha vedibêje: “Kurdîtî û çepgirî serbiser dimeşiye, Kurdbûn di heman demê de çepgirî bû. Bindestî û jarî dikir ku em nêzîkê sosyalizmê bibin. Me Kurdistan dixwest lê ne welatekî kapîtalîst. Piştî cuntaya 60’an hindek pirtûk derketin, lê ji bo Kurdan zêde bi feyde nebûn. Çepên Tirk yên wê demê jî li dijî Kurdan bûn. Deniz, Mahîr, Îbrahîm baş bûn, lê zû hatin qetilkirin.”
Naskirina Karasungur û Dr. Rodî
Enstîtûya Perwerdeyê ya Erziromê di nav bîranînên mamoste de cihekî girîng digire. Li gel Mehmet Karasungur, Dr. Rodî û nivîskar Ahmet Aras li wir diçin zaningehê û hevalên qedirbilind dinase: “Cîhaz danîbûn nav lihêfên me, me bi şev çi xeber bida, bi roj di rojnameyên faşîst de derdiket. Digotin; Kurd amadekariya parçekirina welat dikin. Ahmet Aras bi roj çi jiyaba, bi şev heta sibê dubare dikirin. Caran dijûnên nayêne gotin jî didan, em jî dikeniyan. Karasungur mirovekî pirr cidî, di her karî de çalak û dostekî pirr hêja bû. Me hîç fikir nedikir ku dê rojekê dev ji mamostetiyê berde û bibe pêşengekî Kurdistanê. Zextên mezin li ser me bûn, ji me re digotin, em rênadin hûn ji vir wek mamoste derkevin, lê me tevan jî serketî xelas kir.”
Rêxistinên Kurdan û raperîna PKK’ê
Mamoste Mulazim ji tevahiya rêxistin û komeleyên pêşverû û mafparêzên Kurdan hez dike û bi wan re têkiliyê datîne. Mamoste dibêje berî PKK´ê bi rêxistineke dî re têkliya wî heye û wiha dipeyive: “Rêxistinek hebû, ez jî nêzî wan bûm. Qaşo sexwebûn û sosyalîzm kiribû hedef. Rêvebereke wan hatibû, jê re Xeco digotin; her xwarin nedixwar; ileh stukûra mirîşkan dixwest. Zarokan jê re mirîşk dizîbûn. Dilê min hîç li wan germ nebû. Li aliyê din li navçeyê çend gênc hebûn. Me ew nas dikirin, hîna zarok bûn. Bi şev dihatin mala me, diaxivîn, flama dinivîsin. Dayê flamayên wan didirûtin. Dayê pirs dikir; ev kî ne? Min digot: Ev zarokên bin erdê ne! Piranî jî şagirtên min bûn. Dema ez li Rojhelat di nav hevalan de bûm, xortek hat cem min û têr keniya. Got: Mamoste tu dizanî? Me biryara kuştina te dabû, me digot heta Xoce li Milazgirê be em bi pêş nakevin.‘
Ez jî keniyam, min got, ´Fermana dijmin têr nedikir, we jî biryar derdixist?´ Çend caran ji kuştinê filitî me. Li Mûşê, li Meletiyê xwîşka midûrê lîseyê em rizgar kirin, halbûkî birayê wê navê min dabû faşîstan.”
PKK´ê gule berda dijmin
Mamoste Mulazim, li ser PKK´ê jî weha dipeyive: “Gava PKK derket û gule li dijmin teqand. Min got, haa… Va ye ev e xwestek û miradê min. Yekser ez jî bûm PKK´yî. Kî ji bo Kurdistanê şer bike ez li ba wî me. Wisa jî girtinên min dest pê kirin.” Di 23‘ê Çileya sala 1993´an de dîsa wek gelek caran di bin çavan de ye û êşkence lê kirine. Wî berdidin, tê malê. Vêca qereqol gazî wî dike. Dibêjin, kurê te yê li çiyan hatiye kuştin: “Du gerîla şehîd ketibûn, yek jê Ozgur, lawê min bû. Heman rojê gerîla li şubeya leşkerî dabû û 8 ji wan kuştibûn. Tola Ozgur û hevalê wî hilanîbûn. Teroreke mezin li Milazgirê pêk anîn. Xelkê cenazeyên xwe hiştin pêşî Ozgur rakirin û paşê li ya xwe vegeriyan. Me li ser kêla Ozgur: ´Lêxin lawo lêxin ez bi hêsanî nayêm kuştin´. Nivîsand. Ozgur pirr ji wê helbesta Ahmed Arîf hez dikir û tim dixwend. Piştî demekê gora wî parçe kirin. Ez revîm çûm Stenbolê, ji wir jî çûm Zelê min di nav xebata Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê de cih girt… Cardin hatim Stenbolê, me çar xanî guherandin. Em diçûn kîjan saziyê, polês diavêt ser wê derê. Gotineke Kurdan heye, dibêjin: Xaniyê Kurdan dûman nagire.”
Nexweşî û xeribî
Mamoste Milazim ev 18 sal in ku li Berlînê ye. Bi pirsgirêkên giran yên nexweşiyê û di mercên sirgûniyê yên dijwar de dijî: “Dr. Derwêş ji min re got; êdî tiştekî em bikin nîne! Dayê got; vêca ev çi gotin e? Ji wê rojê şûnde ez bi xwe li ber xwe didim. Sibehan radibim sporê dikim, rojê 7 hezar hereketan dikim û 45 deqîqeyan jî dimeşim. Bi şev di her çûyîna ser avê de 500 hereketî dikim, nexwe xewa min nayê. Eşqa Kurdistanê û ev 40 sal in em berdêl didin, eger ez azadiyê nebînim û bimirim, xebînet e.”
Dayê...
Ji bo pirraniya kesên ku Mamoste û Dayê nû nas dikin, xala herî balkêş ew e ku Mamoste jî ji hevjîna xwe re dibêje, Dayê. Em hîn bûn ku navê wê yê rastîn Dayê ye. Malbata wê ji hezkirinê jê re gotiye ´Dayê´ û wisa jî maye. Dayê ne tenê di jiyana Mamoste de her wisa li Berlînê di nav xebata welatparêzî de jî miroveke xuyayî ye. Nexasim Mamoste pir rdeyndarê Dayê ye, bi taybetî û delalî li Mamoste mêze dike.
Gotina dawî ya Mamoste ev e: “Bêhtirî 20 partî û rêxistinî hebûn, tev çûn PKK ma. Ew jî canê xwe didin, karê me jî ew e em destekê bikin. Tu destekê nekî û bibêjî ez welatparêz im, nabe. Ti car baweriya min ji PKK´ê neşkestiye û naşike. Ew Apo yê ku bê sîleh artêşek çêkir, îro li her çar parçeyên welat parastina namûsa Kurdan dike, divê mirov vêya bibîne.‘
YEKO ARDIL/BERLÎN