Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG`ê Serbest Emer (Çiya Kurd) ku 11`ê Çileyê de dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmekê oxir kirin.

Cenazeyê şehîd Çiya Kurd ji Nexweşxaneya Afrîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mihemed got divê hemû gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Kurd di hemû aliyan de, heta rizgarkirina Efrînê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.

Bi navê Meclisa Kantona Şehbayê Zekiya Abdulmîn jî axivî û got,divê hemû gelê Sûriyê hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin.

Bi navê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Şehbayê Esmehan Hesen jî got, berxwedana şervanan a li Efrînê ku 58 rojan berdewam kir, ji hemû cîhanê re nîşanda ku gelê Efrînê gelekî berxwedêr e.

Çeka birayê xwe yê şehîd rake

Birayê şehîd Çiya, Mihemed Emer jî û got ew amade ye ku çeka birayê xwe yê şehîd rake da ku parastina Efrînê dewam bike. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Çiya Kurd di nava dirûşmeyên “Şehîd namirin” û silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate oxirkirin.

 

ANHA/ ŞEHBA