Bi hezaran welatiyên kantona Cizîrê û şervanên YPG’ê, bi boneya bibîranîna şehîd Xebat Dêrik û 18 rêhevalên wî ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Di merasîman de Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê  Hediya Yûsif, Berdevka Fermî ya hêzên YPJ`ê Nesrîn Abdullah, Fermandara YPJ`ê Nûjîn Dêrik, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo û Hevseroka PYD`ê Asya Abdullah hazir bûn.

Di merasîman de bi sedan şervanan merasîmên leşkerî li dar xistin, pişt re fermandara YPJ`ê û YPG`ê Nûjîn Dêrik axavîn û gotin: “Em xwedî şensekî mezin in ku Xebat Dêrik û rêhevalên wî pêşengên Tevgera Rizgariya Kurd bûn, pêwîst e, em şopdarên riya van têkoşeran bin, ji ber ku hîna metirsî li ser Rojavayê Kurdistanê hene.”

Azadiya serok aramanc e

Dêrik bang li hemû  gelên herêmê kir ku di sala 2017`an de, azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin armanca  xwe ya serek e.

Bingehên YPG’ê danîn

Paşê Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif axivî û bal kişand ser jiyana têkoşer Xebat Dêrik û wiha behsa wî kir: “Xebat Dêrik soz da gelê Kurd û ew soz bi cih anî, berxwedaneke mezin nîşan da û bingehên YPG`ê danîn. Em jî ji aliyê xwe ve soz didin ku em ê riya wan bişopînin heta ku serketinê bi dest bixin û mafê hemû pêkhateyên herêmê misoger bikin û biratiya gelan pêk bînin.”

Wekî din di merasîman de, birayê Xebat Dêrik, Şivan Remedan li ser navê malbatên şehîdan axivî, û daxwaz kir ku her kes rêya têkoşeran bişopîne.

Di dawiya merasîman de, destegul li ser gorên şehîdan hat danîn. 


 DÊRIK