Encamnameya civîna ku pêr li Qamişlo pêk hat, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat eşkerekirin. Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Hîkmet Hebîb ve hat xwendin.


‘Berpirsiyariya agirbestê bicîh bînin’

Di encamnameyê de bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kir ku berpirsiyarî û erka xwe ya derbarê agirbesta hatiye îlankirin bicîh bînin û ev daxwazî hate bilêv kirin:  “Em hemû binpêkirinên ku li hemberî agirbestê tên kirin û nahêlin alîkariyên mirovî derbasî hemû herêmên Sûriyeyê yên dorpêçkirî bibin şermezar dikin û ji Konseya Ewlekariyê û civaka navneteweyî dixwazin ku li hember van kiryaran berpirsyariya xwe ya hesabpirsînê bicih bîne.

Divê çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re di danûstandinên Cenevreyê û xebatên aliyên ku civîna Cenevreyê birêxistin dikin; ango Amerîka, Rûsya û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Steffan De Mistura de bê misogerkirin.”


Rêzikname hate erê kirin

Li gor daxuyaniya encamnameya civînê rêziknameya hundirîn a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û bernameya wê ya siyasî di civînê de hatiye erêkirin û mekanîzmaya rêxistinkirina meclîsê li herêmên din ên Sûriyeyê hatiye amadekirin. Her wiha biryar hatiye girtin rêxistinkirina nûnertiyên meclîsê yên li derve jî ji nûve hat rêxistinkirin û li gorî wê ew ê navendên Meclîsê li gelek deverên Sûriyeyê jî bên vekirin.


Pejirandina sîstema ferelî

Têkildarî biryara îlankirina sîstema federalî ya Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de jî ev agahî hatin parve kirin: “Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya rêgeza nenavendî de, sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo Sûriyeya pêşerojê dipejirîne û fermiyeta îlankirina sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê teqez dike. Ev sîstem nimûneya çareseriyek pêşketî ya ji aloziya Sûriyeyê re ye. Divê ev sîstem di destûra pêşerojê ya Sûriyeya pêşerojê de jî bê misogerkirin.”


Em ê projeya federaliyê bibin Cinevreyê


Hevseroka MSD Îlham Ehmed diyar kir ku ew sîstema federaliya demokratîk weke projeya xwe ya Sûriyeya pêşerojê dibînin û ew ê projeyê li hemû civînên herêmî û navnetewî pêşkêş bikin. Îlham Ehmed got ku ew ê hewl bidin ku projeye pêşkêşî civîna Cenevreyê jî bikin.

Ehmed da zanîn ku ew ê ji bo pêkanîna vê sîstemê li ser erdê û qebûlkirina wî di destûra Sûriyeya pêşerojê de, hemû gavên pratîk ên pêwîst pêk bînin.

Derbarê mijarê de jî Îlham Ehmed bal kişand ku wan komîteyek erkdar kiriye da ku projeya destûra nû ya Sûriyeyê amade bike û got ku ew ê şeklê têkilya di navbera Federaliya Bakurê Sûriyeyê û navendê ve û makanîzmeya rêxistinî di vê destûrê de bê destnîşankirin.

Derbarê xalê erêkirina rêziknameyê de, Îlham Ehemed ev agahî dan: “Civîna Damezrêner a ku li Dêrîkê di dîroka 8-9’ê Kanûna 2015’an de hatibû lidarxistin, komîteya siyasî ya meclîsê bi erêkirina rêziknameya meclîsê erkdar kir. Em ê heya lidarxistina kongreya bê, ango piştî salekê vê rêziknameyê di xebatên xw de esas bigirin. Di kongreyê de meclîs bi gîştî dikare guherînên pêwîst pêk bîne”. 


 QAMIŞLO