Merasîma dawî kirina deweriya ku 4 mehan dom kir bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Akademiyê Mezopotamiya Heyder Mihemed, li ser navê Dadgeha Gel a bajarê Hesekê Mihemd Emîn û li ser navê malbata tekoşer Agirî ji aliyê dayîka wî Fatima Hesen ve axaftin hatin kirin. Axaftvanan dawîkirina perwerdeyê li şagirtan pîroz kirin û ji wan xwastin ku rola xwe ji bo pêşxistina civakê rabin.
Heriha axaftvanan balkişandin ser rola Yekîneyên Parastina Gel(YPG) di parastina destkeftiyên Rojava di bin siya Rêveberiya Xweseriya Demoratîk de û gotin ku ev destkeftî bi saya tekoşerên ku ji bo pêşxistina civakê û azadiya gekê Rojava xwe fedakirine, hatine parastin.
Merasîm bi girtina govendê û belavkirina bawernameyan li şagirtan bi dawî bû. Ji aliyê xwe ve jî şagirtan spasiya kadiroyên perwerdehiyê yên ku 4 mehan ew perwerde dikirin kirin û diyar kirin ku wan gelekî sûd ji Akademiyê ji aliyê bîrdozî, çandî û civakî de girtine.
ANHA/HESEKÊ