Namzetên Hevşaredarên Wanê yên BDP'ê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban, ên Îpekyolu Aygul Bîdav, Veysel Keser, ên Tuşba Oner Yîgît û Hatîce Gunel, li ser Caddeyên Mîllî Egemenlîk û Cumhuriyetê li tevayî dikan û kargehan geriyan. Bi sedan mirovan, bi dirûşmayên “Serok Bekir” piştgiriya xwe nîşan dan. Namzetên hevşaredaran ku heta avahiya partiyê ya Îpekyolu meşiyan Bekîr Kaya li wir xîtabî gel kir. Kaya got, "Di tevahiya 5 salan de me bajêr bi hev re bi rê ve bir. Heta hilbijartinê em tu mal, kolan û dikanekê nahêlin ku em neçinê. Piştî me bi hev re bi awayekî serketî hilbijartin bi dawî kir, em ê careke din bi hev re vî bajarî bi rê ve bibin.”


ERDÎŞ
Namzetên hevşaredarên Erdîşê yên BDP’ê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan, tevî berf û baranê jî xebatên xwe bê navber didomînin. Hevşaredar, esnafên li Caddeya Dalan ziyaretkirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Piştî serdana esnafan namzet çûn serxweşiya malbatên kesên di qezaya trafîqê ya li Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn.

BÊGIR
Namzetên hevşaredarên Bêgir ên BDP'yî Mehmet Alî Tunç û Safure Guneş, li gundê Ut çûn serdana kursa merşan a girêdayî perwerdeya gel. Di serdanê de namzet rastî eleqeyeke zêde hatin. Namzetan der barê kursa merşan de agahî wergirtin û sohbet kirin.

ÎDIR
Li Îdirê jî namzetên hevşaredarên BDP’ê Murat Yîkît û Şaziye Onder, çûn serdana esnafên li Sîteya Sanayiyê. Namzetan li wir ji esnafan re dan xuyakirin ku wê pirsgirêkên heyî pêkve çareser bikin û bila gumanên kesî di vê mijarê de nîn bin.

ÇEWLIK
Li Çewlikê namzetê Hevşaredarê Dr. Îlan Çakabay bi heyeteke ji BDP’yiyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Komeleya Muxtaran, Komeleya Rojnamevanên Çewlikê û saziyên civaka sivîl. Di serdanan de der barê pirsgirêkên Çewlikê de nirxandin hatin kirin. Di serdanan de Çakabay ku axaftineke kurt kir got, "Kurd, bi salan e di bin navê ummetê de ji aliyê tirk, ereb û farsan ve rastî asîmîlasyon û qirkirinê hatine. Ev hilbijartinên herêmî ji bo kurdan di asta referandumê de ne.”

NISÊBÎN
Namzetên Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, Hevserokên Rêxistina Nisêbînê ya BDP’ê Zînnet Algat û Abdulbarî Eren di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinan de bi endamên çapemeniyê di civîneke taştê de hatin gel hev. Namzeta Hevşaredar Sara Kaya kêfxweşiya ya bi hatina gel rojnamevanan anî ziman û wiha axivî: "Me, bi dirûşmaya ‘Bi rêveberiya cewherî re ber bi nasnameya azad’ dest bi xebatên xwe yên hilbijartinan kir. Ji bo gelê Nisêbînê em ê ya herî baş û ya herî layiq pêk bînin.” Piştî civînê namzet çûn serdana taziyeyê û ya esnafan.

QUBÎN
Li navçeya Êlihê Qubînê jî namzetê Hevşaredarê BDP’ê Mustafa Ozturk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gundê Kelhok bi heyeta malbatên êzîdiyan re hat gel hevde ku, dema di sala 1992’yan de koçî Almanya kiribûn eşîreta Şaredarê AKP’yî yê Qubînê Saît Karabulut dest danîbûn ser axa wan. Ozturk li wir axaftinek kir û diyar kir ku ev hilbijartin ji bo kurdan mîna referandumekê ye û ji bo vegera êzîdiyan alîkariya pêwîst wê bikin. Li ser navê heyeta malbatên êzîdiyan Nedîm Erkîş jî got, çawa li Êlih û Qubînê piştgirî dane BDP’ê wê li Ewropayê jî heman piştgiriyê bidin.

SÊRT
Li Sêrtê jî namzetê Hevşaredariyê yên BDP’ê Tuncer Bakirhan û Belkiz Beştaş li Parka Bajêr a Orhan Dogan bi alimên Îslamê, rûspî, muxtar û hilbijartiyên berê yên bajêr ve hatin gel hevdu. Di civînê de Bakirhan got ku dixwazin ji tecrûbeyên rûspiyan feyde bigirin, pêşniyar û nirxandinên wan guhdarî bikin. Piştî Bakirhan namzeta hevşaredar Belkiz Beştaş Epozdemîr jî got ku di tevayî êrîşên li hember kurdan de destpêkê êrîş li dijî jinê pêk hatiye û lewma divê mirov di zanebûna wê de be. Piştî axaftinan namzet û heyeta ligel wan, çûn serdana teziyaya endama PKK’ê Kadriye Gurhan (Bêrîvan) a di sala 1994’an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû.
KAYAPINAR
Namzetên Hevşaredarên navçeya Kayapinar M. Alî Aydin ve Fatma Arşîmet, li Semta Musa Anter, çûn serdana Bazara Semtê, pirsgirêkên esnaf û gel guhdarî kirin. Esnafên bazarê bi coş û çepikan namzet pêşwazî kirin.

QOSER
Namzetê Hevşaredarên Qoserê Îsmaîl Asî û Leyla Salman jî di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinan de saziyên civaka sivîl ziyaretkirin. Şaredarê Qoserê Ferhan Turk û Hevserokên Rêxistina BDP’ê ya Qoserê Fettah Tekîn û Gulê Bîlge jî ligel namzetan cihê xwe girtin. Asî û Salman di serdana Nûnertiya Egîtîm Sen a Qoserê, Kurdî - Der, Rengîn Radyo û TUHAD – DER’ê de der barê proje û nêrînên têkildarî hilbijartinan de agahî wergirtin. Asî, di axaftina xwe ya serdanê de got ku armanca wan ne tenê şaredarî ye; pratîkkirina Konfederalîzma Demokratîk e jî. 

NAVENDA NÛÇEYAN