Mihemd, da zanîn ku wan deriyê tevlîbûna desteyê ne girtî ye û rêxistin, partî û kesayetên serbixwe dikarin tevlî xebatan bibin. Mehemed got hemû derdor dikarin li gorî berjewendiyên civakê tevlî xebatê bibin. Li ser pirsa “Dê heta hilbijartinan kî rêveberiya herêmê bike?” Mihemed diyar kir ku niha hemû sazî karê xwe dimeşînin, YPG û Asayîş parastinê dikin û got ku ev rewş dê berdewam bike. Ciwan Mihemed destnîşan kir ku komîteyên wan dê hemû rewşên heyî belge bikin û riyên qanûnî ji bo serkeftina projeyê destnîşan bikin. Mihemed diyar kir hevpeymana civakî dê li gorî pîvanên herêmê pêk were û rengînbûna herêmê li ber çavan bê girtin.
Bingeh tê avakirin
Li aliyê din li bajarê Kobanê ji bo xebatên danasîn û nirxandina pêşnûmeya heyvpeymana Civakî 10 komîte hatin ava kirin. Li navenda Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ya bajarê Kobanê civînek hate lidar xistin, civîn bi beşdariya gelek rêxistin û saziyên sivîl yên bajarê Kobanê bi deqeyek rêzgitinê dest pêkir. Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Rêvebir ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nûrî Mehmûd pêşnûmmeya hevpeymana Civakî ji beşdaran re xwend û şîrove kir.
Di civînê de her wiha biryar hate girtin ku jibo şopandina xebatên komîteyan, navendeke ragihandinê li Navenda Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê de bê ava kirin.
QAMIŞLO