Di şanda KCK Û KJK’ê de Ferhan Amara, Cemal Erdal û Buşre Elî û ji aliyê PDK-Î jî cigirê sekreterê giştî Hesen Qadir Zade, Helîme Resûl û Elî Bîdaxî amade bûn. Di serdanê de nûnerê KCK´ê yê başûrê Kurdistanê Ferhan Amara li ser giringiya Kongreya Netewî axivî û diyar kir ku di rewşa niha de tê xwestin ku Kurd hemû yekbin û tenê peyamek ya Kurdan a ji bo cîhanê hebe.
Yekrêzî pêwîst e
Amara balkişand ser Komara Kurdistanê ya Bahabadê û wiha axivî: “Peyama Komara Mihabadê ya destpêkê Netewiya Kurdistanê bû, ji bo vê li hemû beşên Kurdistanê vê ezmûnê bi destkeftiyên netewî dizanin. Ji bo wê divê rewşê de pêwistiya partî û aliyên siyasî bi yekitiyê heye. ” Cîgirê sekreterê giştî yê PDK’ê Mistefa Mewlud jî di hevdîtinê de axivî û got ku pêkanîna Kongreya Netewî daxwaz û xwesteka hemû partiyên siyasî û hemû Kurdan e. Mewlûd wiha got: “Em piştgiriya lidarxistina Kongreya Netewî dikin û ji bo lidarxistina Kongreya Netewî tişta bikeve ser milê me, emê bikin.”
ROJNEWS/HEWLÊR