Di civînê de endamê Koordînasyona TEVDEM Ferhad Derîk li ser girîngiya sazkirina meclîsên gel axivî û got: “ Em hemû gelê Kurd, di 21 û 22 vê cotmehê de vedixwînin ser sandiqan û dengê xwe bi awayekî azad bikaribin dengên xwe bi kar bînin. Wê dengdayîn saetên sibê dest pê bike û roja din derngiya şevê bi dawî bibe”.
Kesên xwe weke namzedên endamên meclîsa gel nîşan dane wiha ne: Ehmed Şêx Demir, Mehemed Gulîn, Weqfî Ehemd, Tolîn Şêx Dade, Hêvî Silêmen Silêmen, Zekeriye Mehemed Henan, Remedan Şêx Xidir, Heyder Reşîd, Reşîd Rişo, Xebat Jîro.
Her wiha pêr, li taxa Eşrefîyê namzetên meclîsa gel hatibûn destnîşankirin. Duh jî li namzedên taxê Henîfe Hibo û Îdrîs Hisên hatin zêdekirin.
Hêjayî gotinê ye îro di saet 6 êvarê de li taxa Şêx Meqsûd şŞerqî li Meydana Şehîdan(Edemî) û di roja înê de di heman saetê de li taxa Mehdîn li meydana taxê. Wê namzedên herdu taxan bêne diyarkirin.
ANF/HELEB