Serokê Şaxê eyaleta NRW yê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê, Burkhard Freier, rapora îstîxbaratê ya salane ya Eyaleta NRW eşkere kir û got, karên sîxuriyê yên îstîxbarata Tirk dewam dikin. Li gorî îstîxbarata Elman, DÎTÎB hê jî agahiyan kom dike. 

Rapora sala 2016’an a Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW), li paytexta eyaletê Dusseldorfê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Serokê îstîxbarata eyaleta NRW Burkhard Freier û Wezîrê Karên Hundir ê eyaletê Herbert Reul tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Serokê îstîxbaratê Freier ragihand ku xebatên sîxuriyê yên îstîxbarata Tirk MÎT´ê dewam dikin. Freier diyar kir ku MÎT agahiyên li ser mixalîfên rejîma Erdogan ji Enqereyê re radigihîne û anî ziman ku navenda vê tora sîxuriyê jî DÎTÎB e, ku saziya diyanetê ya dewleta Tirk a li Elmanyayê ye.


DÎTÎB navenda karê sîxuriya MÎT´ê ye

Freier got, li mizgeftên DÎTÎB’ê, mixalîfên Erdogan ji aliyê îmaman ve tên şopandin û îmamên Tirk bi vî rengî wezîfeya xwe xirab bi kar tînin. Freier da zanîn, ku li eyaleta NRW’ê heta niha li hemberî 13 îmamên Tirk ji ber karên sîxuriyê lêpirsîn hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku beşek ji van îmaman reviyane Tirkiyeyê.

Tevî ku karên sîxuriyê yên DÎTÎB’ê tên zanîn jî îstîxbarata Elman hê jî vê saziyê naşopîne. Hikûmeta Elman di ser re pereyan dide projeyên DÎTÎB’ê. Hikûmeta Elman, alîkariya pereyan a ji bo DÎTÎB’ê li gorî salên bihurî % 80 kêm kiribe jî, derkete holê ku plan dike di nava sala 2018’an de 297.500 euroyan bide vê saziyê.


Neçin Tirkiyeyê

Wezîrê Karên Hundir ê NRW Herbert Reul jî endamên îstîxbaratê, polîs û xebatkarên daîreya biyaniyan ên li eyaleta wan dixebitin hişyar kirin û ji wan xwest ku neçin Tirkiyeyê. Reul ê CDU´yî got, “Li balafirgehên Tirkiyeyê, agahiyên li telefona destan a mirovan tên kopyakirin.” 


 DUSSELDORF