Xebatên projeya rêveberiya xweseriya demokratîk ên herêmên Rojavayê Kurdistanê didomin. Piştî ku di 2’yê Kanûnê de pêngavek din hate avêtin û Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî hate avakirin, amadekariya belgeyên rêveberiyê jî dom kirin.

Bi armanca hazirkirina belgeyan Desteya Hazirkirina Belgeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatibû avakirin. Desteyê jî xebatên xwe wekî komîteyên “Diyarkirina Rengê Rêveberiyê”, “Çêkirina Qanûna Hilbijartinê” û “Amadekirina Hevpeymana Civakî” meşandin. Endamê Desteyê Talal Mihemed derbarê van xebatan de agahî dan û destnîşan kir ku xebatên wan ên li ser diyarkirina rengê rêveberiyê bidawî bûne û yên herdu komîteyên din jî ber bi dawiyê ve diçin. Mihemed, da zanîn ku ev xebatên wan jî bi dawî bibin, wê beriya sersalê ji bo kombûna Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî wê bang li endamên meclîsê bikin. Mihemed, diyar kir ku ewê di civînê de encamên xwebatên xwe û pêşniyaran pêşkêşî meclîsê bikin da ku di sala nû de pêngavên pratîkî bêne avêtin.
Talal Mihemed, destnîşan kir ku xebatên ku komîteyên wan didin meşandin û encamên derketine holê, wekî pêşnûmayê/pêşniyaran e, lewre ew niha nikare derbarê naveroka wan de agahiyan bide, lê ewê pêşniyar bikin ku ji bilî rêveberiyên kantonên Efrîn, Kobanî û Cizrê yên xweser di qada leşkerî, aborî û asayîşê de rêxistinbûn an jî hevbeşiyek (muşterek) giştî hebe. Mihemed anî ziman ku ew ji xebatên rêveberiyê bi hêvî ne û wiha got: “Hemû niştecihên herêmê di nav de cîh digirin û ev xebata me wê bibe tovê çareseriya pirsgirêkan û avakirina Sûriyeya demokratîk.”

ANHA/QAMIŞLO