
Hikûmeta Elman têkildarî mijarê hê daxuyanî nedaye. Hat ragihandin, Amrî beriya li Îtalyayê dijiya, lewma şopa tiliyên wî li vir qeydkirî bû û bi saya vê yekê nasnameya wî hatiye tespîtkirin.
Tê gotin, Amrî yê Tûnisî, li taxa Sesto San Gîovannî ya Mîlayonê, di dema kontrola rûtîn a li Meydana 1’ê Gulanê, hatiye dîtin. Amrî di vê kêliyê de dema hewl da çekê ji çenteyê xwe derxîne, ji aliyê du polîsan ve hatiye kuştin. Li gorî agahiyan, di vî şerî de polîsek jî birîndar bûye.
Xwe gihande Îtalyayê
Polîsên Elman, heta ku li tevahiya Ewropayê fermana lêgerîna Amrî derxist, 30 saet di ser komkujiyê re derbas bû. Tê gotin, Amrî ji vê yekê sûd wergirtiye û bi saya vê kêmasiyê karîbûye xwe veşêre.
Ji ber ber ku polîsê Elman biyanîyekî din girtibû, Amrî bi rehetî pêşî derbasî Fransa û ji wir jî derbasî Îtalyayê bû. Lê tê zanîn ji ber kêmasiya polîsên Elman Anîs Amrî piştî ku komkujiyê karîbûya ku xw bigihîne Îtalyayê.
Duşemê saet 20.00’an Amrî piştî ku bi TIR’ê êrîşî bazara Noelê ya Breîtscheîdplatzê kir, li gorî îfadeya şahid hate gotin ku ji cihê bûyerê reviyaye, polîsan jî penaberekî ku direviya binçav kiribû. Lê piştî bi saetan nû hate fêhmkirin ku ev kes ne êrîşkar e, dîmên Anîs Amîrî ku hate fêhmkirin êrîşkar e, piştî bi saetan, li heman herêmê li ber mizgefeteke girtî hate dîtin.
Nasnameya ku tê îdîakirin Amrî piştî êrîşê li TIR’ê hiştibû jî, encex piştî êrîşê bi rojekê hatibû dîtin. Ji bo ku piştî ku di ser komkujiyê re 30 saet derbas bû û polîsan Elman encex li tevahiya Ewropa fermana lêgerînê da, Amirî jî ji vê fersendê sûd wergirt û karîbû xwe veşêre.
Li Ewropayê geriyaye
Tê ragihandin ku nayê zanîn Amirî çawa derbasî Fransayê, Chambêryê bûye, ji wir jî bi trênê çûye Torîno a Italyayê. Şefê antî-terorê yê Mîlano Alberto Nobîlî, agahî da ku Amrî ji Torîno dîsa bi trênê derbasî Mîlano bûye. Li gorî agahiyan saetr 01.00’ê şevê, êrîşkar hatiye Mîlanoyê, saet 03.00’an dema ku polîsan jê nasnameye xwestiye şer derketiye û di encamê de êrîşkar hatiye kuştin.
Di êrîşa Berlînê de 12 kes miribûn û 48 kes birîndar bûbûn.
MÎLANO/BERLÎN