Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî xelata bi navê Carl von Ossîetzk îsal da Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvanê mafên mirovan Ottmar Mîles Paûl.

Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî ji sala 1962’an û vir ve bi navê rojnamevan, nivîskar û pasîfîstê Elman Carl von Ossietzky xelatê dide. Xelatê didin wan kesên li qada civaka sivîl û mafên mirovan dixebitin. Saziyê xwediyên xelata îsal eşkere kir. Îsal Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvanê mafên mirovan Ottmar Miles Paul hejayî xelatê hatin dîtin. Wê roja 16’ê Kanûnê li Berlînê merasîmek bê lidarxistin û xelatê bidin Îmret û Paul.

Leyla Îmret a ku li Elmanyayê dijî, di emrê xwe yê ciwan de sala 2014’an ji bo Hevşaredariya Cizîrê bi rêjeya 83 ji sedan hate hilbijartin. Ji ber ku dewleta Tirk Leyla Îmret ji wezîfeyê girt û lêpirsîn lê vekir, neçar ma vegere Elmanyaye. Sala 2018’an li dadgeha navneteweyî ya li Parîsê qala sûcên dewleta Tirk ên li Cizîrê yên di dema êrişên li dijî berxwedana xwerêveberiyê kir.

 

BERLÎN