Li Berlînê pêr ji aliyê Akademiya Hunera Bedew a Berlînê  (Akademie der Künste) bi navê ‘Xelata Mezin a Hunerê’ bi merasîmekê hat dayin. 

Di merasîmê de xelata nivîskarê Kurd Şerko Fatah ji aliyê Serokwezîrê Eyalat Berlînê Mîchael Muller û ji rêveberiya akademiyê Klaus Taeckh ve hat dayîn.

 Di daxuyaniya ku ji aliyê juriyê ve hatiye dayîn de hat gotin ku di  wêjeya Fatah de girîngiya acîliyeta polîtîk cihekî girîng digire û ev jî rastiyeke ku kêm tê dîtinê ye. Di çarçoveya Xelata Mezin a Hunerê’ de 15 hezar euro jî dan Şerko Fatah.

Yek ji 6 ‘Xelatên hunera biçûk’ dan  hunermend Marta Popîyoda yê ji Belgradê.  Ji aliyê akademiyê ve di beşên mîmarî, muzîk, wêje, lîstikvaniyê de xelat hat dayîn.

Xelatên ku ji sala 1971’ê heta niha tên dayîn  ji bo bîranîna Şoreşa Adara 1848’an ji aliyê Senatoya Berlînê ve xistibûn jiyanê.


Şerko Fettah 

Şerko Fatah di 1964’an de kurê bavekî ji Başurê Kurdistanê û dayikek Elman li Rojhilatê Berlînê hat dinê. Malbata Fatah di 1975’an de diçe Viyanayê û ji wir koçî Rojavayê Berlînê dike. Li vir di qadên huner û felsefeyê de perwerdeya zanîngehê girt.

Yekem romana Fatah a bi navê  Im Grenzland (li herêma sînor) di 2001’an de hat weşandin û herî dawî  romana wî ya bi navê ‘Der letzte Ort (bajarê dawî)’ di 2014’an de derket. 


 ANF/BERLÎN