Penaberê Kurd Behrûz Bûçanî (Behrouz Boochani) ku ji sala 2013’an û vir ve li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê ma û ji aliyê ti welatî ve nehate qebûlkirin, hêjayî xelata herî hêja ya wêjeyê ya Awûstralyayê hat dîtin.
Behrûz Bûçanî yê 36 salî ji bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê. Yek ji damezrînerên kovara wêjeyê ya Kurdî Werya ye ku li Rojhilatê Kurdistanê çap dibe. Sala 2013’an hêzên paramîlîter ên rejîma Tehranê avêtin ser buroya kovarê û der barê Bûçanî de biryara girtinê hat dayîn.
Nivîskarê Kurd neçar ma Îranê biterikîne û berê xwe da Awûstralyayê. Lê belê ji ber ku serlêdana wî ya ji bo penaberiyê ji aliyê rêveberiya Melbourneyê ve nehate qebûlkirin, li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê ma. Bûçanî mehekê li girtîgehê ma û di encama çalakiyên xwe yên îtaetnekirina sivîl de hate berdan. Lê belê vê carê jî destûr nehate dayîn ku ji girava ser bi Papua Gîneya Nû derkeve.
Bi SMS’an kitêb nivîsî
Behrûz Bûçanî dema li girtîgehê bû bi rêya telefonê mesaj (SMS) ji weşanxaneyekê re dişandin. Mesajên wî par bûn pirtûk. Pirtûk bi navê “No Friend But the Mountains: Writing from Manus Prison” (Ji bilî çiyayan dost nînin: Notên ji girtîgeha Manûsê) hate çapkirin. Pirtûk hêjayî xelata “Victorian Premier’s Literary Award” hate dîtin ku ev xelat xelata herî hêja ya Awûstralyayê ye. Ji du beşan bi giştî 125 hezar dolarên Awûstralyayê vê xelatê pêk tînin.
Lê belê ji ber ku daxwaza wî ya penaberiyê nehat qebûlkirin, rayedarên Awûstralyayî destûr nedan ku Bûçanî ji bo wergirtina xelatê biçe Melbourneê. Girtîgeh û kampên penaberan ên li girava Manûsê bi kiryarên li derveyî mirovahiyê tên naskirin.
MELBOURNE