Îsal cara 4’emîn e ku li ser navê nivîskarê rojnameya Azadiya Welat û helbestvan Arjen Arî pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Kesên di pêşbirkê de hêjayî xelatê hatin dîtin, navên wan diyar bûn.

Di pêşbirkê de xelat dan helbesta herî baş a bi navê ‘Rê û Rêç’ a Narîn Yukler û xelata rûmetê jî dan Akademîsyenên Aştiyê.

Koordînatorê pêşbirkê Reşo Ronahî helbestvan Narîn Yukler pîroz kir û got: “Em di wê hêviyê de ne ku helbesta Kurdî hêj bibin cihekî xurt.” Ronahî got, sala bê ciwanên ku beşdarî pêşbirkê bibin, dê helbestên xwe bişînin ji pêşbirka helbestan a Arjen Arî re û da zanîn ku ew hêvîdar e sala bê sazî û dezgehên Kurdistanî yên wekî çapemenî û hwd. hêj zêdetir xwedî li pêşbirkê derkevin.


AMED