Belgefîlma “Banga Roj” a ku îsal cara ewil di 4’emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê hat pêşandan, li 10’emîn Mîhrîcana International Euro Filmê, layiqî xelata belgefîlma herî baş hat dîtin.
Li FîlAmedê jî bala temaşevanan kişandibû
Belgefîlma ku derhênariya wê ji hêla Cemîl Kizildag û Hamdî Akyol ve hat kirin, bi mijara xwe vekişîna gerîllayên ku di sala 2013’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ve ji çiyayên Behra Reş ber Dersimê ve vekişiyan, vedibêje.
Her wiha belgefîlma Banga Roj a ku di baregeha Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya ku li Navenda Çandê ya Cegerxwînê hat lidarxistin de bi awayekî zêde bala temaşevanên kişandibû û di 4’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de ya di navbera 24-29’ê Gulanê de hat lidarxistin de, xelata Juriyê ya Gel girtibû.
STENBOL