Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Til Temir bi armanca ku zarokên di astên yekem a duyemîn mihrîcana zarokan, biser ketin, xelat bikin, şahiyek lidar xist.
Şahî li Navenda Çand û Hunerê malbatên zarokan hate lidarxisitn. Piştî deqeyekê rizgiritnê, Rêveberê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a bajarê Til Temirê, Ciwan Dawûd bixêrhatina mêvanan xwest, zarokên di mihricana zarokan de biserketî jî, pîroz kir. Ciwan Dawûd bal kişand ser ked û xebata tevgera wan di amadekirina zarokan ji bo mihrîcanê.
Komên zarokan stranên ku di mihrîcanê de xwendibûn, careke din gotin. Paşê zarokan diyariyên xwe wergirtin.
ANHA/TIL TEMIR