Xelata mezin ji Dayikên Şemiyê re
Bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê, Merasîma Xelatdayînê ya Pêşbirkê ya 26’emîn a Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter (Apê Mûsa) li Salona TMMOB’yê ya li Semta Karakoya girêdayî navçeya Beyogluya Stenbolê, hat lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê, kurê Apê Mûsa Dîcle Anter, Serokê Giştî yê TGS’ê, rêveber û endamên HDP’ê, DBP’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan û nivîskar, malbatên rojnamevanên çapemeniya azad ên ji aliyê hêzên dewletê ve di salên 1990’î de hatin qetilkirin û welatî beşdarî bernameya xelatdayînê bûn.
Di bernameyê de ewil Parlamenterê HDP’ê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê, Ridvan Turan axivî. Turan hemû cangoriyên çapemeniyê û têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.
Rojnameya 51´ê
Piştî Turan, nivîskar-rojnamevan Huseyîn Aykol axivî û got, “Ev rojnameya me ya 51’emîn e. Wan bombe kir, me vekir û weşana xwe dewam kir. Ez çûm her deverê welêt. Min Ocalan û hemû pêşengên PKK’ê dîtin. Ev dîrokek e. Min wek rojnamevanekî şahidî kir. Apê Mûsa nivîskarê me bû. Dema me Yenî Ulke derxist, min jê re got, Apê Musa rojnameya me dest bi weşanê kir.
Ji salên 40’î û vir ve, heta roja şehadeta xwe xizmeta weşangerî û rewşenbîriya Kurdan kir. Her çiqas hevalên me şehîd xistin, ew girtin û sirgûn kirin, lê em li ser piyan in û weşanê dikin. Ev dewlet divê baş zanibe, nikare deriyê vê rêûresmê biqefilîne.”
Paşê sînevîzyona li ser rojnamegeriya azad û çapaeminya azad hat pêşandan.
Xelat hatin dayîn
Piştre, rojnamevan Bekîr Avci di beşa nûçeya Tirkî de xelata xwe ya yekemîniyê ji destê kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter wergirt. Huseyîn Aykol xelata rojnamevan Rifat Dogan dayê û Dogan got, yên ku hêjayî vê xelatê ne, Dayikên Şemiyê ne.
Çagdaş Kaplan xelata Ugur Şahîn dayê û got, “Em bi van nûçeyan Apê Mûsa û hevrêyên wî bi bîr tînin.”
Xelata Taybet a Jûriyê a beşa nûçeya Kurdî jî ya Zeynel Bulut ê e-rojnameyê bû. Bîlal Guldem xelata hempîşeyê ji destê Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamevanên Azad, Hakki Boltan wergirt.
Xelata di beşa Nûçeyên Jinan a Gurbetelî Ersoz de jî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê, Arjîn Oncel destê Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, Ayşe Guney wergirt.
Di beşa wêneyan de yek ji yekemînan rojnamevan Hayri Tunç bû û xelata xwe ji destê Emîne Ocak wergirt. Yekemînekî din ê heman beşê Vedat Arik jî xelata xwe ji destê Pervîn Buldan wergirt. Di beşa wêneyan de xelata taybet a Jûriyê ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Nazim Daştan ê li Efrînê dixebitî re çû. Li ser navê wî rojnameger Sadik Topaloglu xelat ji parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu wergirt.
Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş û hunermendê NÇM’ê Genim jî xelatên beşa karîkatûran dan.
Herî dawî Xelata Taybet a Jûriyê diyarî Dayikên Şemiyê hat kirin. Dayikên Şemiyê derketin ser dikê û xelat wergirtin. Li ser navê Dayikên Şemiyê Xanim Tosun got, ew bejna xwe li ber Apê Mûsa û hemû şehîdên çapemeniyê ditewînin û got, “Em ê ti carî dev ji Qada Galatasarayê bernedin û em ê lêgerîna edaletê berdewam bikin. Çimkî em mafdar in û em ê bi ser bikevin.” n MA / STENBOL