Kesên ku 25. Xelata Mûsa Anter û Nûçegihaniya Şehîdên Çapemeniya Azad wergirtî diyar bûn. Xelatên yekemîn nûçegihanên ajans û rojnameyên ku hatine girtin, wergirt. Xelat 21’ê Îlonê wê bi merasîmekê li Stenbolê bên dayîn. 

Kesên ku di pêşbaziyê de xelat wergirtî wiha ne:

Di beşa Kurdî de nûçegihanê Dîhaberê, Cîhan Olmez xelat wergirt. Olmez bi nûçeya ‘Li Şirnexê skandal: Zarokê 14 salî ji girtigehê bi êşkence birine cihê operasyonê!’ xelat wergirt.


Înfaza tazî jî xelat wergirt

Di nûçegihaniya jinê de jî Şehrîban Aslan û Şîlan Ozhan, nûçegihanên Şûjinê ku bi KHK’yê hatibû girtin, bi nûçeya “Êlin bêdeng ma, zarokan vegot: zora fihûşê li zarokan dikin” xelat wergirtin.

Di beşa karîkatûrê de jî xêzkarê rojnameya Cumhuriyê Mûsa Kart xelat wergirt, ku 9 mehên xwe li Girtîgeha Silîvrî derbas kirin.

Di beşa fotografê de jî wêneyê Abdûrrahman Gok, nûçegihanê Dîhaberê yê bi navê ‘înfaza tazî’ xelat wergirt, ku vî wêneyî li dinyayê deng vedabû.

Di beşa nûçeya Tirkî de nûçegihana Dîhaberê Denîz Tekîn xelata yekemîniyê wergirt. Denîz Tekîn bi nûçeya “polîsê ku di serdegirtina malê de dizî dikir, di kamerayê de xuya kir” xelat wergirt. 


 STENBOL