‘Ranya li pişt Qendîl e û Qendîl jî li pişt Ranya ye’

Axaftina yekem li ser navê saziyên sivîl ji aliyê Xalid Qadir ve hat kirin. Qadir got, “Weke tevgerek sivîl ji bo em peyama gelê Ranya ragihînin, em hatin vir. Em dibêjin Qendîl li pişt Ranyaye û Ranya jî li pişt Qendîl e. … Em têkoşîna gerîla û pêşmergeyan bikin sembola neteweyî ya gelê xwe. Ji ber ku li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke hevpar û mil bi milan dimeşînin. Ev jî yekbûna Kurdan e.”


‘PKK hêzeke Kurdistanê ye’

Li ser navê malbatên şehîdên Raperîna 5’ê Adarê yên Ranya Hewrê Silêman axivî û got, “Ez salvegera Raperînê 5’ê Adarê li hemû gelê Kurd û hevalên Qendîlê pîroz dikim. Em PKK’ê weke tevgerek azadîxwaz û ya parastina Kurdistanê dibinin. Bi teybetî jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de me dît. Hatina me ya ji bo Qendîlê ji bo pîrozkirina gerîla û xelata salvegera Raperînê bidine gerîla ye.”


‘Em piştgirê Bakur in’

Piştre jî Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb xêrhatina şandê û malbatên şehîdên Raperînê kir, keyfxweşiya xwe ya ji bo serdana wan îfade kir û wiha peyîvî; “Ev peyamek girîng e. Dema di 5’ê Adara 1991’an de li Başûrê Kurdistanê Raperîn çêbû, di heman demê de jî li bajarên Bakûrê Kurdistanê yên weke Cizîr û Şirnexê jî Raperîn çêbû. Wê demê gelê Başûr dirûşmeya ‘Em xelkên Başûr in piştgirê Bakur in’ digot." 


 QENDÎL