Komele bi xelata xwe ve ku yekem xebata rêveberiya nû ya komeleyê ye bi taybetî balê dikişîne ser xebata Huseynî ya li rojavayê Kurdistanê û bi sipasiyên xwe wî xelat kir. Merasîma xelatdayînê li salona şanoyê ya Navenda Çand Huner û Ciwanan a Cegerxwînê pêk hat.
Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Alîkarê Hevserokên BDP’a Amedê Eşref Mamedoglu, Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz û rêveberên komeleyê, Endamê Meclisa Daîmî ya KCD’ê Cebbar Leygara, endamên Meclisa Giştî ya Bajar û gelek kes beşdarî merasîmê bû. Mesîma ku bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên demokrasî û azadiyê hat girtin bi xwendina helbestên Ehmed Huseynî yên ji aliyê hîndekara zimanê kurdî Gulistan Akbaş, Sekreterê Giştî yê Komeleya Nivîskarên Kurd Îlhamî Sîdar, nivîskar Mehmet Ronahî û Mehmet Devîren ve berdewam kir.
Piştî xwendina helbestên Ehmed Huseynî Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr axaftineke kurt kir. Baydemîr diyar kir ku lazim e zimanê kurdî were parastin û pê re jî were pêşxistin û wiha axivî: “Di têkoşînê de her nivîsa ku were nivîsîn divê ku bi zimanê kurdî were nivîsîn. Ji bo ku em helbest, roan û çîrokên xwe biparêzin divê ku em di serî de zimanê xwe yê dayikê biparêzin.” Piştî axaftina Baydemîr Huseynî xelata xwe ji destên Hevserokê Komeleya Nivîskaran Mehmet Yilmaz wergirt. Huseynî piştî ku xelat wergirt diyar kir kul azim e gelê Amedê li hemberî komkujiyên li Rojava tên jiyîn bêdeng nemîne. Piştî merasîma xelatdayînê, sînevîzyoneke ku jiyana Ehmed Huseynî vedigot hat pêşandan.
AMED