Xelata xwe diyarî gelê Kurd kir
Profesorê Kurd Koçer Bîrkar (Coucher Birkar) ku li Zanîngeha Cambrîdge ya Ingilîz kar dike, Madalyaya Fields ku weke Nobela matematîkê tê zanîn, a Yekîtiya Matematîkvanan a Navnetewî wergirt.
Yekîtiya Matematîkvanên Navneteweyî di Kongreya Matematîkvanan a Navneteweyî de, ku serê 4 salan carekê tê lidaristin, Madalya Fieldsê dide 2, 3 an jî 4 matematîkvanan. Xelata ku navê matematîkvanê Kanadayî, Jonhn Charles Fields lê hatiye kirin, ji 1936’an ve tê dayin û di cihana zanistê de bi rengê Nobela matematîkê tê zanîn.
Koçer Bîrkar ê ji Merîwanê
Di Kongreya Matematîkvanan a Navnetewî de ku îsal li bajarê Rio de Janeiro yê Brezilyayê pêk hat, madalyaya 2018’an dane profesor Koçer Bîrkar ê ji Zanîngeha Cambrîdge, ji ETH Zurichê Alessîo Figalli, ji Zanîngeha Bonnê jî dane profesor Peter Scholze û ji Zanîngeha Stanfordê jî dane Akshay Venkatesh.
Koçer Bîrkar ê 40 salî, li Zanîngeha Cambridgeê peywirdar e, li Rojhilatê Kurdistanê Merîwanê sala 1978´an ji dayik bûye û ji sala 2000’î ve li Ingilistanê dijî.
Bîrkar ê bi statûya penaberan ji mêj ve li Ingilîstanê dijî, derbarê xelatê de got, ‘’Hêvî dikim xelata ku min wergirtî ji bo 40 milyon Kurdî bibe sedema kêfxweşiyê’’. Bîrkar got Kurdistanê ji bo zarokên ku siberojê wê bibe matematîkvvan welatekî dijwar e û got, “Min bawer nedikir ku rojekê vê xelatê bistînim.”
Madalyaya wî dizîn
Hat zanîn ku madalyaya pisporê geometriya rasyonel, Koçer Bîrkar piştî merasîma xelatdayînê hatiye dizîn. Piştî merasîma xelatdayînê, Bîrkar madalyaya xwe xist nava çenteyê xwe û piştre ferq kir ku madalya û telefona wî hatiye dizîn.
Tevî hemû lêgerînên li salonê, madalyaya wî nehate dîtîn. Organîzatorekê ku ji ajansa nûçeyan a AFP’ê re axivî nûçeya diziyê piştrast kir.
n RIO DE JANEIRO