Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi beşdariya gelek rewşenbîr û nivîskaran merasîmek hat organîzekirin. Navenda Endeşe xelata Jinên Çalak (Jinên Jêhatî) hêjayî mamostaya zanîngeha Silêmaniyê Dr. Çoman Herdî dît. Piştî xelatwergirtinê Herdî diyar kir ku ew xelata xwe pêşkêşê jinên YPJ’ê yên îro li Kobanê li dijî dijmin têdikoşin dike. Mamostaya zanîngehê Dr. Çoman Herdî diyar kir ku ew pir kêfxweşe di merasîmekî wiha de bi jinên nûnerên YPJ’ê re hatiye gel hev û wiha dewam kir: “Weke nivîskar û akademîsyenek min xebatên cuda meşandine. Yekşema borî (02.11.2014 ji aliyê Navenda Endeşe ve ji ber meşandina karê çandî û hunerî xelata Jinên Çalek pêşkêşî min kirin. Ev duyemîn festîfala Navenda Endeşe ye. Ez kêfxweşim ku îsal xelata Jinên Çalak pêşkêşî min kirin. Di wergirtina vê xelatê de min diyar kir ku ez dixwazim vê xelata xwe pêşkêşî wan jinên leheng ên di eniyên şer de li hemberî dijminên hov şer dikin, jinên YPJ’yî yên li Kobanê bikim.”
YPJ´ê serê jinan bilind kirDr. Çoman Herdî wiha got: “Ez kêfxweşim ku min karî îro tiştek amade bikim û nûnerên YPJ’ê jî bibînim. Her wiha bi merasîmekî wiha pêşkêşkirina vê xelatê ji bo wan jinên leheng yên ku bi berxwedana xwe em serbilind kirine, pir keyfxweş im. Ji ber li gor min ew ji min zêdetir vê xelatê heq dikin û hêjane.”
Çoman Herdî got ku YPJ’ê bi têkoşîna xwe serê jinên Kurd bilind kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi teybet ji bo wan jinên ku îro li Kobanê bi lehengî û berxwedana xwe ew hemû gotin û fikrên digotin jin nikare serkêşiyê bike, xwe bi parêze û bibe pêşeng derew derxistin. Li cîhanê bûne sembol û serê tevahî jinan bilind kirin.”
ROJ NEWS/SILÊMANÎ