Xalatên Rojnameger nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metin Goktepe ku di 8'ê çileya sala 1996'an de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi merasimekê hate dayîn. Di merasimê de gelek rojnameger, nivîskar, rewşenbir û malbata Metin Goktepe amade bûn. Merasima ku li Lokala Cemiyata Rojnamegerên Tirkiyeyê pêk hat de rojnameger Ahmet Şik û Nedim Şener axivîn. Beriya xelatgirtinê "Li Tirkiyeyê rojnamegerî" hate lidarxistin. Di panelê de Celal Başlangiç, Ahmet Şik û Nedîm Şener axivîn. Di panelê de Şik diyar kir ku li Tirkiyeyê zêde behsa demokrasî û sivîlbûnê tê kirin, lê dijberî wê gav tên avêtin.
Rojnameger Şener jî axivî û wiha got: "Di salên 1990'an de rojnameger dihatin înfazkirin. Lê niha rojnameger tên girtin. Lê rojnameger her tim wekî ava diherike xwe pak dike û nû dike."
Piştî axaftinan xelat hatin dayîn. Xelata jûriyê dan nûçegîhana Rojnameya Birgunê Zeynep Kuray ku ji doza KCK'ê girtî ye. Xelata Taybet a Jûrî jî dan nûçegîhana Rojnameya Sabahê Bilge Eser û nûcegîhanê Rojnameya Radikalê Mesut Hasan Benlî û nûcegîhana Evrenselê Elîf Gorgu. Di qada televîzyonê de jî xelata jûriyê Mete Çubukçu wergirt.
Xelata çapeeniya herêmî nûcegihanê Rojnameya Nabizê Gençaga Karafazli wergirt û diyarî xebatkarên DÎHA'yê kir.
Xelata nûçeyan jî nûçegîhana DÎHA'yê Zeynep Kuriş bi nûçeya "Li Girtîgeha Pozantiyê îstîsmara zayendî" wergirt. Zeynet Kuriş jî xelata xwe diyarî nûçegîhana DÎHA'yê Ozlem Aguş ku ji ber nûçeyên li ser Pozantiyê çêkir hate girtin û xebatkarên DÎHA'yê yên girtî kir. 

STENBOL