Ji bo bîranîna rojnameger Şehîd Denîz Firat a ku di 8’ê tebaxa 2014’an de dema ku agahiyên şerê li dijî DAIŞ’ê ji cîhanê re radigihand, di encama êrîşeke bêbext a çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, bi pêşengiya Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) di beşê çîrok û helbestê de bi her sê zaravayên kurdî, zimanê erebî û tirkî 1’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat hat lidarxistin. Kesên di pêşbirkê de hatin niqandin di merasîma li Wargeha Mexmûrê de hatî lidarxistin de xelatên xwe wergirtin.

Komîteya Amadekar a 1’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat têkildarî pêvajoya pêşbirkê agahî dan û ev tişt gotin: “Bi giştî 350 kes bi 400 berhemên xwe ve beşdarî pêşbirkê bûn.  Her çiqasî ku ev cara yekemîn e ku me ev çalakî li dar xist, ji eleqederiya wejevan û yên bi helbest û çîrokan re eleqeder dibin eleqederiyeke baş nîşandan bi giştî tevlibûn baş bû, rexmî cara yekemîn tê lidarxistin tevlibûn ji her aliyê Kurdistanê, Ewropa û bi taybetî jî ji zindanan tevlibûn hebû. Em jî weke komîteya amadekar a pêşbirkê pir kêfxweş bûn.”


Berhemên serkeftî

Xwediyên xelatên 1’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ev in: Zimanê kurdî zaravayê kurmancî beşa helbestê; Nebes Rêbîwar ji Qosera Mêrdînê bi helbesta xwe ya binavê “Liba Mirarî” bû yekemîn. Beşa çîrokê; Yaşar Aksu ji Nêsibîna Mêrdînê bi çîroka binavê “Sindoqa Nameyan” bû yemekîn. Zaravayê soranî beşa helbestê; Reşîd Ezîzî (Bilind) bi helbesta xwe ya bi navê “Baran Barî” bû yekemîn. Zimanê tirkî beşa helbestê; Gokhan Kiliç ji Yuregîra Edeneyê bi helbesta bi navê “Kulden Rivayetler” (Rîwayetên ji Teraf)  bû yekemin. Zimanê tirkî beşa çîrokê; Denîz Faruk Zeren ji Îzmîrê bi çîroka “Yeşîl Cîn Erîkleri” (Gilyazên Kesk) bû yekemin. Zimanê erebî beşa helbestê; Diyala Husên bi helbesta xwe li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû yekemîn. Beşa çîrokê; Şiyar Halîs bi çîroka xwe ya. 


 MEXMÛR