
MURAT MANG / BIELEFELD
Dawiya hefteya bihurî li bajarê Elmanyayê Bielefeldê Civata Akademîsyenên Êzîdî (GEA) sêyemîna konferansa xwe ya navneteweyî organîze kir. Di konferansê de ji ber kar û xebatên xwe yên insanî û dildarî, GEA´yê xelata rûmetê da Dr. Melanie Schotola û rahibê dêrê Dr. Jochen Reidegeld. Her du Elmanên xêrxwar û xêrker ji ber axaftina xwe ya di dema konferansê de demeke dirêj bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
Piştî êrîş û hewldana qirkirinê ya DAIŞ´ê li dijî Êzîdiyên li Şengalê Dr. Melanie Schotola û Dr. Jochen Reidegeld bêdeng nemabûn û berê xwe dabûn Şengalê.
Zarokan digot em ê bi ser kevin
Rahibê dêrê Johen Reidegeld piştî fermanê hema zend û benda badide, û dest bi karê alîkariya insanî dike. Dr. Reidegeld alîkariyê digihîne deverê. li wir jî tişta dibîne gelek tesîrê lê dike: “Di dîmenê min nîşanî we kirî de em dibînin mirovb çawa li wargehan dijîn. Ev dîmenên ji wargeha li Pirsûsê bûn. Wan nîşana serketinê dikir. Wan zarokan digot, em ê bi ser kevin. Ev, ew zarok bûn ku ji ber wê zilmê reviyabûn. Dema mirov li wan zarokan dinihêre, dibîne ka çi hatiye serê wan. Gelek ji wan ji ber ku tişta hatî serê wan ji ziman ketibûn.”
Gelek tişt hene em ji civaka Êzîdî fêr bibin
Weke sedema ketina nav vî karê alîkariyê jî Dr. Reidegeld got, “Di pirtûkan de behsa qirkirinan dihat kirin. Lê min bi çavên serê xwe dît. Ev yek dike ku mirov zend û bendê xwe li alîkarîkirinê vemale. Xelata herî mezin a min stendî ew bû ku piştî alîkariyê zarok bi min re dikeniyan.
Li Pirsûsê li wargehê malbatekê her tişat xwe li dûv xwe hiştibû reviyabû. Bi wî halê xwe çay îkaramî me dikirin. Dema ez li çanda Êzîdiyan difikirim, ez difikirim ku gelek tişt hene em ji wan fêr bibin.”
Xelata xwe da civaka Êzîdî
Di axaftina xwe de Dr. Reidegeld bang li Êzîdiyên li Ewrûpayê jî kir û got, “Weke berpirsê dêrekê li vir ez dibêjim, Êzîdî divê bi dînê xwe bi azadî bijîn. Tevahiya Êzîdiyên li vir divê bixebitin. Êzîdî û Xiristiyanên li Deşta Nînovê, divê em wan li erdên wan biparêzin. Ew der welatê wan e. Ev trajediyek e.
Wargeha Pirsûsê û Kobanê nêzîkî hev bûn. Ji bo alîkariya bi Kobanê re xelkê dixwest biçe wir. Lê hikûmeta Tirk destûr nedida. Ez jî çûm nav wan mirovan. Mirovek bi tena serê xwe naçe buhiştê. Heger em alîkariyê bi wan re bikin, em ê bi hev re biçin cinetê. Ez xelata pere ya we dayî min dibexşînim civaka Êzîdî.”
Ji bo min rûmet e
Dr. Melanie Schotola bi xwe hêjayî xelatê hatiye dîtin ji ber alîkariya wê ya bi Êzîdiyên pena xwe gihandî Elmayayê. Dr. Melanie Schotola xiwanekî Êzîdî bi salan li mala xwe parast, kir mêvan û hîna jî wê vedişêre, got, “Malbata min jî bi min re gelekî bû alîkar. Divê em dilê xwe ji wan mirovan re vekin ku ji fermanê reviyane û pena xwe gihandine van deveran. Ne ku ji ber Êzîdî ne, lê ji ber ku mirov in pêdiviya wan bi alîkariyê heye.”
Dr. Schotola di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku kêm agahî hene li ser Êzîdiyan û dema wê dîmen û wêneyên zilma li civaka Êzîdî hatine kirin dîtiye, ev bi wê gelekî zehmet bûye û wiha dewam kir: “Ew wêne û dîmenên tirsnak bûn, ez fêr bûm ku Şengal ji bo Êzîdiyan bajarekî girîng e. Ji ber vê jî divê Şengal azad be. Divê Êzîdî azad bin.”
Xelata xwe bexşand ji GEA´yê re
Dr. Melanie Schotola îşaret bi çanda kevnar a Êzîdiyan kir, û divê dîrokê de hebûna 74 fermanan jî bi bîr xist û got, “Ji ber ku Êzîdî tevî van fermanan hemûyan li ser piayn man divê em hêvîdar bin. Ji ber ku piştî 74 fermanan jî gel li ser piyan maye. Ji niha û pê ve ez jî dixwazim alîkar bim bi GAE´yê re. Ez hêvîdar im ku ev bibe mînakek. Akademîsyenên Êzîdî divê bibin alîkar bi xelkê xwe re. Xelata pere a we dayî min ji bo ku bibe destek ji bo projeyên GAE´yê ez dîsa didim GAE´yê.”