
Nikarin hikûmet avabikin
Xelîl da xuya kirin ku hêzên îro li ser masê rûniştîne nikarin krîza li Sûriyê rawestînin û wiha gotinên xwe domand “Tûra duyemîn ya civîna Cinevre 2 bi armanca hikûmetek demî bê avakirine. Lê rewşa heye ji bo hikûmetek bê damezrandin ne guncave. Lê ger hevditîn bidomin û di encam de hikûmetek bê avakirin jî, wê wateya wê nebe. Di rewşa niha de hêzên çekdar yên li ser erdê li opozîsyonê guhdar nakin. Ger opozîsyon bi rejîmê re hikûmetek demî ava bike jî, ev nayê wateya wê şer bisekine. Em wek Kurd ger hikûmetek bê avakirin û nêrîna me têde tinebe, em jî li guhdar nakin.”
Çareserî naxwazin
Endamê Desteya Rêveber ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl destnîşankir ku hêzên civîna Cenevê birêve dibin naxwazin krîz û trajediya li Sûriyê çareser bibe û wiha gotinên xwe domand. “Siyaseta heta niha ji aliyê dewletên herêmî û navdewletî hate meşandin ne ji bo çareseriyekî ji şerê Sûriyê bê dîtin bû. Ev siyaset nakokiyên heye mezin kir. Di heman demê em dibînin Sûriyê niha bûye qadekî şer di navbera hêzan de. Îro însiyatîf li Sûriyê ji destê hêzên herêmê û navdewletî derketiye û bi rêya Cenev-2 dixwazin dîsan însiyatîf têxin destê xwe. Heta niha şêwazên meşandina civîna Cinêv-2 ne ji bo çareseriyê ye, ji bo ev hêzên însiyatîf ji destê wan derketine, dîsan têxin destê xwe ye.”
Ji bo Kurdan pûç bû
Xelîl derbarê beşa yekê ya civînê de wiha got: “Di encama beşê yekê yê civînê de yek encam derket ew jî hin sivîlên li Himisê hatibûn dorpêçkirin bin derkirin û li bajar qorîdorek alîkarî bê vekirin bûn. Ji xwe di demên şeran de jî rewşên wiha di navbera hêzan de dibin. Ji ber wê jî beşa yekem ya Cinevre 2 tu encamek li xwe ne anî. Beşa yekem ya Cinevre 2 ji bo Kurdan fiyasko bû. Ev kesên di nava Koalîsyona Niştimanî Sûriyê de beşdarî civînê bûn, nikaribûn, gotina Kurd bînin ziman.”
Sitratejiya aloziyê
Xelîl got DYE û Rusya opozîsyona Sûriyê di asta herî lewaz li ser masê daye rûniştandin û niha jî hewl dide ev lewazî derbas bike. Li ser rewşa Rojhilata Navîn krîza têdeye Xelîl got stratejiyekî giştî li ser Rojhilata Navîn tê meşand û wiha gotinên xwe domand “Xuya ye stratejiyekî giştî heye ku li Sûriyê, Iraq, Îran, Tirkiyê û heta dema pêş li Erebîstana Sûdî û li Katar’ê jî herdem şer hebe. Niha bi sedan kesên radîkal îro li Sûriyê û Iraqê şer dikin û herêm bûye navenda wan hêzên radîkal yên şer. Îro Ewropa piraniya kesên radîkal yê îslamî li Sûriyê şer dikin û tên kuştin. Dixwazin krîza li Sûriyê û herêmê bidome. Wan hêzan dixwazin çareseriyekî li gora berjewendiyên wan be.”
Tirkiye li Sûriyê wenda kir
Aldar Xelîl derbarê polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê de jî wiha got: “Siyaseta Tirkiyê ji bo Sûriyê îro bi temamî binketiye û înîsiyatîf bi temamî ji destê wê derketiye. Destpêke bi birayê misliman yê Misrê xurt kir. Got wê li Sûriyê wiha bibe. Û heman demê hêvî dikin herêma Kurdan jî têkevin destê hêzên nêzîkî wan. Bi wî rengî wê Erdogan bibe Sûltanê herêmê. Partiyên bi ser navê îslamî siyasî tevdigeriyan bi serneketin. ”
QAMIŞLO