ANJA FLACH / ANF/POTSDAM
Li bajarê Elmanyayê Potsdamê dawiya hefteyê gerîlayê înternasyonalîst ê Elman Xelîl Bager Nûjiyan (Michael Panser) hat bibîranîn. Gerîlayê Elman beriya bi salekê li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû.
Heval, hevrê û xizmên Bager Nûjiyan ê ku xelkê bi pirranî weke Xelîl navê wî hildida, dawiya hefteyê ew bi bîr anîn û xatirê xwe ji wî xwestin. Heval Xelîl sala 2017´an tevlî nav refên gerîla bûbû. Par hema piştî ku bû 30 salî, 14´ê Kanûna 2018´an di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû.
Qederê 120 kesan beşdarî çalakiya bibîranînê bûn. Hola bibîranînê bi wêneyên wî, findan û kulîlkan hat xemilandin.
Merasîma bibîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hozan Sosin li bilûrê xist. Piştî wê jî li ser navê rêxistina Malbatên Şehîd û Windakiriyan Şengê Kahraman peyivî. Kahraman a ku kurên wê Sinan û Taylan jî di têkoşînê de şehîd bûne, bi bîr xist ku îro jî mirov ji bo azadiyê canê xwe feda dikin, û xasma jî bav û xwişk û birayên Xelîl Bager Nûjiyan silav kirin.
Micha, Xelîl, Bager
Ji Tevgera Jinê ya Kurd, Heval Nûpel jî Bager li Berlînê nas kiribû û ji bo wî got, “Ew mirovekî wisa bû ku mirov bi kêfxweşî dixwest li cem be.”
Bager da dûv xewnên xwe û ew xeyala dinyayeke çêtir. Ha li ser wî Bagerî sînevîzyonek hat nîşandan ku behsa qonaxên cihê yên jiyana wî kir weke Micha, weke Xelîl û weke Bager. Her navekî ji van nûneriya qonaxekê dikir. Zaroktiya wî ya bextewerî û ciwaniya wî ya di nava malbatekê de, yeke wilo ku hem nirx û hem jî gelek behremendî danê.
Li rêyên têkoşînê digeriya
Hîna 14 salî ew di nava tevgera antî faşîst a Elman (Antîfa) de çalak bû. Wî li gîtarê dida, wî ji bo komeke muzîkê ya punk stran digotin û ji awazên wan re gotin dinivîsîn. Lêgerîna wî berê wî dabû heta bi Emerîka Latîn, ew çûbû cem EZLN´ê. Sala 2012´an ew cara yekê çû Kurdistanê. Li wir navê Xelîl Viyan li xwe kir ji bo bibîranîna Xelîl Dag (Halil Uysal), jixwe Dag jî ji Elmanyayê tevlî nava refên gerîla bûbû.
Hingê koma muzîka punkê ya Bagerî Unknown Artists, komeke muzîkê ya Bloco Latinamericana û koroyekê fikrên tevî hisa jiyanê di muzîka xwe de îfade kirin.
Maneya çiyayan ji bo Kurdan
Ji Tevgera Ciwanên Kurd, Esther di dema êrişa PDK´ê ya li dijî Xanesorê tevî Xelîl Bager li Şengalê bû. Hingê wî maneya çiyayan ji bo Kurdan fêm kir, yên 3 salan piştî êrişa DAIŞ´ê jî hîna li ser çiyê bûn xwe bernedidan deştan. Esther ji bo Bager got, “Şehîdbûna wî xisareke gelekî mezin e.” Navê Bager Nûjiyan ku wî paşê di nava gerîla de ji xwe re bijart jî ji bo rêzgirtin û bibîranîna rojnamevan Nûjiyan Erhan bû; Nûjiyan Erhan di êrişa PDK´ê ya hingê li dijî Şengalê de hatibû qetilkirin.