Dewleta Tirk a dagirker, îro berê sibehê li Kobanê êriş bire ser nûqteyeke asayîşê û gefên xwe li dijî ewlehî û aştiya li herêmê dewam kirin. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser vê bang li hêzên garantor ên peymana agirbestê ya têkildarî tevahiya herêmên li ser sînorê Tirkiyê kir da ku erkên xwe li hemberî parastina ewlehî û aştiya şêniyan pêk bînin. Fermandariyê bi bîr xist ku hêzên wan bi pêşîgirtina li belavbûna Covid-19’ê daketine, lê dewleta Tirk kar û emelê xwe yê hedefgirtina hêzên wan her dewam dike. Wê got, îro berê sibehê jî li Kobanê bi drona êriş bire ser navenda ewlehiyê ya li bajarê Kobanê. Êrişa yekê saet 3’yan û ya diduyê jî saet 3.35’an pêk hatiye. Bombeya êrişa disuyê piştî hat avêtin bi deh deqîqeyan teqiyaye. Li gorî fermandariyê di êrişê de zirar negihiştiye canê kesekî, lê zirara madî çêbûye. Di dawiya daxuyaniya xwe de Fermandariyê got, “Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dikin ku li gorî banga navneteweyî ya agirbesta di navbera tevahî aliyan de tev digerin. Her wiha em bang li hêzên garantor ên peymana agirbesta li tevahî herêmên bi ser sînorê dewleta Tirk ve dikin ku erkên xwe li beramber ewlehî û aştiya şêniyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker a herêmên me, pêk bînin.” NAVENDA NÛÇEYAN
HRE’ê li Bab û Efrînê 5 dagirker kuştin HRE’yê ragihand ku şervanên wê li Bab û Şera ya ser bi Efrînê 2 jê eskerên Tirk, bi giştî 5 dagirker kuştine. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di daxuyaniya xwe ya elaqedarî mijarê de got, 25'ê Nîsanê li herêma Babê li dijî wesayiteke çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hatiye kirin û "Di encama çalakiyê de wesayitek hate îmhakirin, 2 esker û 2 çete hatin kuştin, 2 esker û çeteyek jî birîndar bûn." Çalakiya duyê 27'ê Nîsanê li gundê Enabkê yê navçeya Şerayê pêk hatiye û di vê çalakiya sekvaniyê de dagirkerekî endamê çeteyan hatiye kuştin.