Gelê Şengalê li dijî hatina qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl rêya sereke ya Şengalê girt û ew protesto kir.
Gelê Êzîdî ji bo hatina qeymeqam Mehma Xelîl û meclîsa Şengalê ya ser bi PDK’ê ve ku di dema fermanê de wan terk kiribûn, şermezar bikin li ser rêya sereke kom bûn.
Şengaliyên ku xwestin hatina qeymeqamê PDK’yî şermezar bikin û ji aliyê seytereya hêzên Iraqê ve hatibûn astengkirin, tevî gulebaranê jî astengiyê derbaskirin û ji bo pêşî qeymeqam protesto bikin, berbi rêya sereke ya Şengalê ve ketin rê.
ŞENGAL