Fetwaya Yekîtiya Alimên Ola Îslamî ya Başûrê Kurdistanê ya têkildarî jinan û şifêran sedema nerazîbûnê ye. Nexasim jin dixwazin parlamen bi erka xwe rabe.
Li dijî fetwayê doh li Silêmanî û Hewlêrê çalakî pêk hatin. Çalakgerên li xwepêşandana Silêmaniyê xwestin mafê jinan di her warî de were parastin û fetwa were betalkirin.
Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna ji fetwaya Desteya Bilind a Fetwa ya girêdayî Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê didome. Li Hewlêrê hejmarek aktîvîstên jin û rojnamevan li ber Parlamena Herêma Kurdistanê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Herwiha daxwazên xwe pêşkêşî Parlamena Herêma Kurdistanê kirin.
Aktîvîsta jin Behar Elî daxuyanî da û got; “Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê lêpirsînê li gel Lijneya Fetwa bike. Kar ji bo hilweşandina Lijneya Bilind a Fetwayê were kirin. Ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmeke demokratîk û sivîl e, divê yasa serwer be, ne hikmê olî.”
Divê parlamen bi erka xwe rabe
Behar Elî diyar kir ku divê ji bo parastina jinan û qedexekirina bêrêziya li hemberî jinan ku li hinek mizgeftan û kanalan li hemberî jinan tên kirin, karê cidî were kirin û wiha domand; “Divê ew kanalên ku bêrêziyê li hemberî jinan dikin û aramiya civakê xerab dikin werin girtin. Divê Parlamena Herêma Kurdistanê çavdêriya karê hikûmetê û pirsgirêkên jinan bike û jinan biparêze.”
Li Silêmaniyê jî xelk nerazî ye
Li Silêmaniyê jî li djiî Fetwaya Desteya Bilind a Fetwa ya girêdayî Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê ya derbarê jinan de çalakiyek pêk hat. Nûnerên 387 rêxistin, rojnameger û kesayetên cuda hejmarek kes li ber avahiya Emnesoreke ya Silêmaniyê kombûn û heta ber Ofîsa Parlamena Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê meşiyan û nerazîbûn nîşan dan. Tevî agahdarkirinê jî ti parlamenteran pêşwazî li çalakgeran nekir. Ev bû sedema nerazîbûna çalakgeran.
Çalakger dixwazin Desteya Bilind a Fetwayê, fetwaya xwe betal bike û lêborînê ji jinan û şifêran bixwaze. Dîsa dixwazin di vî warî de hukûmet û saziyên pêwendîdar jî bi erka xwe rabin; mafên jinan biparêzin û rê nedin heqaret li jinan bê kirin.
Seroka Rêxistina Dabîn a ji bo Geşepêdana Damokrasiyê Dilsoz Zengene bi daxuyaniyekê daxwazên çalakgeran ragihand.
Dilsoz Zengene parlamenterên Herêma Kurdistanê rexne kir û diyar kir ku her çiqas weke nûnerê xelkê xwe dibînin û bi dengê xelkê çûne wir, lê bi dewama xwe ya asayî ve girêdayî nabin û pêşwaziyê li wan nakin.
Fetwa çi dibêje ?
Di 4’ê Kanûna 2019’an de Desteya Bilind a Fetwayê ya girêdayî Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê bi îddîaya ku karên ne li rê û ne exlaqî rû didin fetwayeke sosret der barê jinan de da. Li gorî fetwayê nabe jin bi tenê bigerin, derkevin derveyî bajêr û li taksiyê siwar bibin. Ev fetwa bû sedema nerazîbûnan.
ROJNEWS/SILÊMANÎ/HEWLÊR