Hejmara şêniyên taxên rojhilatê Helebê ku vedigerin taxên xwe gihîşte 22 hezar 886 kesan, kesên vegeriyane ji 4 hezar 890 malbatî pêk tên.
Beriya 7 mehan YPG/YPJ’ê taxên rojhilatê Helebê rizgar kirin û bi sedan şêniyên wan taxan ên ku ji ber kiryarên çeteyan koçber bûbûn dest bi vegerê kirin.
Hejmara niştîcehên taxên rojhilatê Helebê ku berî mehekê û 10 rojan vegeriyane texê gihiştibû 21 hez û 282 kesî ango 4 hezar 645 malbatan. Ji hingê ve ev hejmar zêde bû û gihişt 22 hezar û 886 kesan ango bi temamî 4 hezar û 890 malbatan. Di mehek û nîvê de 1605 kes ango 245 malbat zêde bûn. Ev meyil dewam dike û hejmara şêniyên taxan zêde dibe. Lê belê pirsgirêk ew e ku rêxistinên mirovî nabin alîkar.
Şêniyên ku vegeriyan warê xwe di encama kiryarên çetayan de hemû mal û milkên xwe ji dest dan. Piştî ku vegeriyan jî ti rêxistinên mafên mirovan bi wan re nabin alîkar. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li gorî derfetên xwe bi şêniyan re dibe alîkar. Endama TEV-DEM`ê Emanî Qesab ji bo van şêniyan got, ew li gorî derfetên xwe dibin alîkar.
ANHA / HELEB