Asayîşa Silêmanî mîna ku ya Tirkiyeyê be, li dijî karûbarên rewşenbirî û hunerî kar kir; Sînemaya Huner girt û 500 pirtûk desteser kirin. Lê nerazîbûna xelkê, biryardariya rêveberiya sînemayê û piştgiriya Rêveberiya Rewşenbirî ya Silêmaniyê, ew anî ser rêya rast.

Piştî ku asayîşa Silêmaniyê deriyên Sînemaya Salim dadan, xelkê gelek nerazîbûn nîşan da. Rêveberiya Rewşenbirî ya Silêmanî, Rojnamevan, sînemavan û hunermendan girtina sînemayê şermezar kir û wan xwest ku deriyê sînemayê were vekirin, sînema bi serbestî kar û xizmeta xwe bike. Di encama van hewldanan a de doh piştî nîvrojê asayîş ji biryara xwe vegeriya û deriyên sênemayê vekirin.

Wekî din asayîşê 500 pirtûk jî di du bûyerên cihê de desteserkirine û li xwediyên wan venegerandine.

Ji ber ku li Sînema Salim amadekarî dihate kirin ku filma li ser berxwedana Sakîne Cansiz a zîndana Amedê 11’ê Çile (sibe) bê nîşandan, pêr asayîşa Silêmaniyê bi ser Sînema Salim de girt û deriyên wê dadan. Girtina deriyên sînemayê bi destê asayîşa bajêr, bû sedema nerazîbûnan. Di dawiyê de Asayîşa Silêmanî ji kirina xwe vegeriya û deriyên sînemayê vekirin.

Kirinên Asayîşê ne fermî bûn

Sînemaya Salim li ser mijara girtinê daxuyaniyek dabû û gotibû; “Hêzeke girêdayî asayîşa giştî bêyî bi nivîseke fermî, hatine Sînema Salim û deriyê Sînemayê dadan. Ev di demeke wisa de hate kirin ku biryar e roja Înê, 11’ê Çile (sibe) filmek di salvegera şehîdbûna heval Sakîne Cansiz de li Sînemayê were nîşandan. Her wiha rojên derbasbûyî bi çend rêyan bêyî sedemeke di cih de û nivîseke fermî, em hatin agahdar kirin ku “Nabe ku ev film were nîşandan. Lê ev film bi awayeke fermî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêmê ve hatiye erêkirin.”

Doh jî Asayîşa Silêmaniyê dor li avahiya Sînemaya Salim girt, pirtûkxane û kafeterya wê jî girtin. Vê yekê rê vekir li ber nerazîbûnên pirr alî û tund.

Nabe paytexta rewşenbîrî filman qedexe bike

Rêveberiya Rewşenbîrî û Huner a Silêmanî jî doh nîçrojê li ser girtina Sînema Salim daxuyaniyek da û ragihand ku divê Sînema Salim bê vekirin û filma li ser Sakîne Cansiz bê nîşandan.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerê ya Silêmanî Babekir Direyî got, “Girtina Sînema Salim karek nexweş bû hate kirin. Ji ber ku Sînema Salim navendeke hûnerî ye û xizmeteke mezin kiriye. Girtina sînemayê li dijî azadiyê ye û em napejirînin.

Me piştgiriya nîşandana filma Sakîne Cansiz kiribû ku biryar bû di 11’ê Çile de li Sînema Salim bihatiba nîşandan. Em niha di nava hewildanan de ne, ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Bi vê mebestê jî endamên me çûne asayîş û walîtiya Silêmaniyê. Silêmanî paytexta rewşenbîrî ye, ji ber vê çendê nabe ku sînema li nava bajar bê girtin û film neyê nîşandan.”

Piştî hewldanan û zextên rojnamevan, hunermend û welatparêzan, Asayîşa Silêmaniyê ji ya xwe vegeriya. Deriyê sînemayê hatin vekirin û filma li ser Sakîne Cansiz jî wê sibe bê nîşandan.

500 pirtûk jî desteser kirin

Asayîşa Silêmanîyê wekî din dest danî ser 500 pirtûkên Rêberê PKKGelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz û hinek pirtûkên din ên ku ciwanan difirotin.

7’ê Çile Asayîşa Silêmaniyê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê 3 ciwanên ku pirtûk difirotin destgîr kirin û dest danîn li ser pirtûkên wan. Doh jî Asayîşê 2 ciwanên ku li Zanîngeha Silêmaniyê dixwestin pirtûkan bifiroşin, destgîr kirin û dest danîn ser pirtûkan. Ji ciwanên destgîrkirî, tenê yek nehatiye berdan.

Lê, Asayîşa Silêmaniyê 500 pirtûkên ku desteserkirî nedan ciwanan. Di nava pirtûkan de, yên Ocalan, Sakîne Cansiz, Karl Marks û hinek pirtûkên din ên fikrî yên nivîskarên cuda hene.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê eşkere kir ku ji bo wergirtina pirtûkan ew di nava hewlidanan de ne.

Li ser mijarê, Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Silêmaniyê, Babekir Direyî got, “Ti biryarên Wezareta Rewşembîrî û Hunerî ya Herêma Kurdistanê a qedexekirina van pirtûkan nîne.”

Pirraniya pirtûkên hatine desteserkirin, bi destûra Wezareta Rewşenbîrî û Hunerî ya Herêma Kurdistanê tên firotin û çapkirin.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 
 

Hunermend li gel sînemayê ne

 

Aktor Herdê Semîr li dijî girtina Sînemaya Salim got; “Ez weke, xwendekarekî sînema û sînemakarekî biçûk, sibe li Sînemaya Salim bim û xemên wê parve bikim. Daxwazê ji berpirsan dikim ku bi serbestî deriyê sînemayê vekin. Herwiha daxwazê ji hemû sînemavanan dikim ku sibe piştgiriya azadiya sînemayê bikin.”

Edîtorê Kovara Enfalistan Omer Mihemed jî li ser hesabê xwe yê twitterê wiha nivîsî; “Wê çiqas xweşik û cihê kêfxweşiyê bûye, niha li şûna girtina Sînemaya Salim, merasîma vekirina sînamyekê bihata kirin. Ev şermezarî bi hêsanî derbas nabe.”

Helbestvan Îsa Xidir Resûl ê li Hewlêrê jî got; “Min mûma manewiyeta te di nava dilê xwe de pêxistiye, bila sînemayê her bigirin, lê tu her di dilê me de yî.”