FADIL DONMA HILDESHEIMJi damezrênerên SV Newroz Hildesheimê (SVN) Guven Sarikaş wefat kir. Hem tîma futbolê û hem jî kesûkarên wî piştî wefata Sarikaş got, ji bo futbola Kurdî, xemeke mezin e. Guven Sarikaş ê 47 salî piştî ku bi nexweşiya ceger ket, ji ber ku dilê wî sekinî, wefat kir. Sarikaş li navçeya Mûş Gimgimê, li gundê Reqesan hatiye dinê, û 27’ê Nîsanê li Nexweşxaneya Hildesheimê Bernwardê wefat kir. Kurdistaniyên deverê ew bi welatparêziya wî nas dikir. Ew ji sala 1980’yî ve li bajarê Elmanyayê Hildesheimê bû. Xizmê wî, Wezir Demir ji bo wî dibêje, “Timî bi miletê xwe re”. Damezrêner û rêveberê SVN’ê Guven Sarikaş zevicandî bû û bi navê Adar û Hêlîn du zarokên wî hebûn. Ew dildarekî futbolê bû. Ew di damezrandina SV Newroz Hildesheimê de bi roleke girîng rabûbû, tîma wî ji bo wî peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de hat gotin, “Êş û xema me mezin e, em ji bo Guven Sarikaş şînê digirin. Ji bo wî kêfek bû bi SVN’ê re kar bike. Ew bi mezinbûn a tîma Newroz serfiraz bû. Bi saya serê wî em veguherîn tîmekî profesyonel.” Sarikaş damezrênerê SV Newroz Hildesheimê bû û di heman demê de di desteya wê ya rêveberiyê de jî bû. Serokê tîma duyê ya SVN’ê Mustafa Dinç îşaret bi dewra Guven Sarikaş di damezrandina SVN’ê de kir: “Wan salên 2009’ê, ciwanên Kurd ên li Hildesheimê ji ber ne rehet bûn ji ber pirsgirêkên di tîmên Elman de, ji me dixwestin ku em tîmeke Kurdî ava bikin. Pêşî me bi navê Apê Musa Anter tîmeke futbolê damezrand. Piştî serketina tîmê li Festîvala Mazlum Dogan, em çûn cem Guven, me got, herî baş ew dikare ji heqî vî karî derkeve. Wî berê tîma bi navê SG Frankenfeld damezrandibû. Em 21’ê Adarê pê re peyivîn. Ji ber ku cejn bû me navê tîmê kir Newroz.” Dînç got, ew serokê tîmê be jî, her karê tîmê Guven Sarikaş dikir: “Ciwan dibirin li Federasyona Futbolê qeyd dikirin. Bi karê wî yê bi dsîplîn tîm gelekî serketî bû.” ‘Newroz mala min e’ Dînç xemgîniya xwe ji ber wefata hevrêyê xwe îfade kir û got, “Guvenî gelekî hez ji futbolê dikir. Ji xewnên wî yên herî mezin bû ku Dal Kurd, Amed Spor û Newroz bi hev re maçan bikin. Wî dixwest ku tîma Newrozê weke wan mezin bibe. Wî digot ‘Newroz mala min e’. Ji bo futbola Kurdî xemeke mezin e, em ji bo wî şînê digirin.” Cenazeyê Guven Sarikaş wê 5’ê Gulanê saet 13’an li goristana Drispenstedt a Hildesheimê bê veşartin. Ji ber krîza vîrusa korona, ne li Elmanyayê û ne jî li Mûşê wê taziye neyê danîn.