DILPAK DAG / ANF / BEHDÎNAN

Çarçela bi bilindahî û bedewiya xwe cihekî bi heybet e. Dema ku bi berfê jî xemilî, hingî dibe devereke bêhempa ku mirov jê têr nabin. Zivistan li çiyayên Kurdistanê gelekî dijwar e. Li kampên li ser serê vî çiyayî, gerîla bi rengekî 'asayî' jiyana xwe didomînin. Ji ber ku derî û paceyên kampê ji ber berfê hatine girtin, kamp bêhewa maye. Lewma gerîla dest bi nobeda vekirina 'tunela oksîjenê' dikin.