CÎHAD HAWRAMÎ /ROJNEWS

Pirtûkên dîrokî yên beriya bi 200 salan bi destan hatine nivîsîn, ji ber xemsariya rayedarên Başûrê Kurdistanê û nebûna derfetên parastina wan a li gorî adetê, li ber nemanê ne.

Pirtûkên dîrokî yên ku beriya 200 salan bi dest hatine nivîsîn, dibin metirsiya tinebûnê de ne. Bi hezaran pirtûk di pirtûkxaneya Biyare de hene. Lê ji ber ku ev pirtûkên kevin yên bi dest hatine nivîsîn, ji nû ve nehatine çapkirin û metirsiya nemanê li ser wan heye. Li pirtûkxaneyê bêhtirî hezar pirtûkî hene, û rêveberê pirtûkxaneyê bang li rayedarên peywendîdar dikin ku bi erka xwe rabin.

Pirtûkxaneya Biyare sala 1885’an li navçeya Hawraman a ser bi parêzgeha Helebce, ji aliyê Şêx Emer Şêx Ziyabendê Neqşebendî ve hatiye çêkirin. Divê pirtûkxaneyê de nêzî hezar pirtûkên bi dest hatin nivîsîn, hene. Di nava pirtûkan de, pirtûkên zanistî, olî, helbest û dîrokê hene. Dema ku ev pirtûkxane hatî avakirin, wê demê ji aliyê gelek kesan ve pirtûkên bi zimanê Kurdî, Erebî û Farisî hatine danîn.

Parastina pirtûkan ji xwe re nekirin kar

Berpirsyarê pirtûkxaneya Biyare, Mela Faxir Mihemed Şeqlaweyî, li ser rewşa pirtûkên ku li ber nemanê ne, agahî dan. Şeqlaweyî got; “Beriya niha bi demekê, ji aliyê rêveberê pirtûkxaneya Silêmanî ya giştî ve, bi armanca zêdetir parastina van pirtûkên bi dest hatine nivîsîn, zêdetirî 400 pirtûk birin pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê. Li wê derê jî niha tên parastin. Me ji wan xwest ku her pirtûkek herî kêm carekê were çapkirin da ku winda nebin. Lê ev daxwaza me pêk nehat.”

Diz û talankeran ziyan lê kiriye

Şeqlaweyî diyar kir ku ji bo parastina van pirtûkan, ne hikûmet ne jî ti hizbekê alîkarî nedaye wan û ew parastina van bi xwe dikin.

Beriya niha jî gelek caran deriyê pirtûkxaneyê ji aliyê hinek koman ve hatiye şikandin û ziyan gihiştiye pirtûkan. Herwiha di dema rejîma Baas de ji ber ku gund hatin valakirin, ziyan gihişt pirtûkxaneyê. Pirtûkên bi dest hatîn nivîsîn ji ber ku cara dûyem nehatine çapkirin, dibin metirsiya tinebûnê dene. Di nava pirtûkan de gelek pirtûkên dîrokî, çandî, zanistî û olî hene. Ev pirtûk hemû bi dest nivîsa wê demê hatine nivîsîn.