
Li kampa Newroz a Êzîdiyan ku li bakurê rojhilatê bajarê Dêrikê ye, 500 malbat dimînin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêveberiya kampê ji koçberan re bûn alîkar. Rêveberiya kampê di destpêka havînê de baxçeyekî zebzeyan çand. Koçber hem di baxçe de dixebitin hem pêdiviya xwe pêk tînin. Baxçe bi qasî hektar û nîvekê mezin e û li kêleka kampê ye. Ew erd girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê ye. Rêveberiya kampê bi koçberên kampê re bû alîkar û şitlên firengî, îsot, bacanên reş, bamiya, xiyar û tovên gulberojan peyda kirin. Deh kes baxçe av didin, ji giya paqij dikin û berhemên baxçe her sê rojan carekê li hemû koçberan bi erzanî belav dikin. Murad Xelîl ê ku li ber baxçe ye anî ziman ku ew hewl didin, xizmeta koçberên kampê bikin û pêdiviya wan pêk bînin.