“Xeta berxwedanê ya ji aliyê Sakîne Cansizan, Sêvê Demîr û Pakîze Nayiran ve hatiye afirandin, pêşengiyê ji gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê re dike. Em dilsoziya xwe ya bi nirxên têkoşîna wan re dubare dikin û dibêjin ku ji bo bicihanîna hesret û hêviyên wan, em ê bi hewldanên xwe re têkoşînê xurt bikin.”

KCD-E’yê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî nirxên xwe yên bilind, di têkoşîna azadiyê ya 40 salan de destkeftiyên mezin radestî dîroka mirovahiyê kiriye û wiha hat gotin: “Di nava vê demê de, xeta azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîrdoziya jinê re di şexsê jinê de veguheriye hêz û dildariya azadiyê ji bo hemû bindestan.”

KCD-E’yê  di dawiya daxuyaniyê de ev tişt got: “Jinên Kurd ên li hemû qadên jiyanê dîrokeke mezin a berxwedanê afirandine, ne tenê ji bo civaka Kurdistanê ji bo tevahiya jinên cîhanê bi roja pêşengiyê radibin.” 


 BRUKSEL