Panela Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li sînema Salîm a li Silêmaniyeyê hat lidarxistin. Hunermendên Kurd di vê kongreyê de li ser pêwîstiya Kongreya Neteweyî axivîn û destnîşan kir, ku ev yek ji bo Kurdan gelekî girîng e. Hunermend Necmedîn Xulamî, Nasir Rezazî, Xana Zezê, Hozan Comerd, Diyar Dersîm, Xelîl Xemgîn, Şemdîn û Zozan Gabar tevlî panela KNK’ê bûn.

Panêl pêr êvarî di saet 17:00’an de li Salona ‘Sînemaya Sal’ ya bajarê Silêmaniyê hate lidarxistin. Panêl bi beşdariya gelek hunermendên navdar yên ji parçeyên Kurdistanê pêkhat. Hunermend Necmedîn Xulamî, Nasir Rezazî, Xana Zazî, Hozan Comerd, Diyar Dêrsim, Xelîl Xemgîn, Şemdîn û Zozan Gabar beşdarî panêlêbûn.

Hunermend behsa girîngiya lidarxistina kongreya netewî kirin. Her wiha bi taybet li ser rola hunermendan di lidarxistina kongreya netewî de sekinîn.  Her hunermendek balkişand ser mijarên girîng û rêk û rêbazên lidarxistina kongreya netewî nirxandin. Di heman demê de erkên dikevin ser şanê aliyên siyasî jî hate guftûgokirin.

‘Bi kongreyê nakokî çareser dibin’

Di destpêka panêlê de hunermend Nasir Rezazî mafê axaftinê girt û got: “Gelek hewldan ji bo lidarxistina kongreya netewî çêbûn lê, encameke berbiçav derneket. Divê di nava kongreya netewî de nûnerên hemû beşên civakê û bi taybet jî nûnerên partiyên Kurd hebin. Bi van nakokiyên di navbera aliyên Kurd de kongreya netewî nayê lidarxistin. Divê em zextê li aliyan bikin da pirsgirêkên di navbera xwede çareser bikin û rê ji lidarxistina kongreya netewî re vebe.”

Siyaset a bi prensîba netewî

Hunermend Necmedîn Xulamî jî got: “Kurd bi salanin têdikoşin. Lê, niha li Rojava serkeftin heye, li Bakur têkoşîn heye, li Rojhilatê Kurdistanê bêkarî û nexweşiyeke zêde bi ser gelê Kurd de hatiye. Li Başûr jî nakokî û binpêkirina prensîbên neteweyî heye. Ji ber vê pêwîste Partiyên Kurd bi prensîba neteweyî siyasetê bikin. Ji ber dijminê parçeyekî Kurdistan nabe dostê parçeyekî din yê Kurdistanê.

Em di şerê DAIŞ de yek bûn

Her wiha hunermend Xana Zazî ku ji Kurdê Sovyetê ye jî di derbarê lidarxistina kongreya netewî de axivî û got: “Me vê azadiyê ji saya xwîna şehîdan bidest xistiye. Werin em tev dest bidin destê hev bila dijminên me ji me bitirsin. Ji ber çar aliyên me dijminin. Em di şerê DAIŞ de yekbûn. Ev nimûneyeke xweş bû dikare bibe bingehê lidarxistina kongreya netewî.”

Serdema gelê Kurd e

Hozan Comerd jî got: “Ev demeke em têkoşîna azadiyê didin, me gelek zarokên xwe û pêşengên xwe di Rojhilata Navîn de feda kirin. Niha di vê serdemê de gelê Kurd parêzvaniyê li hemû gelên vê herêmê dike. Ji ber vê girînge ku alî nakokiyên di navbera xwede çareser bikin û hewldan ji bo lidarxistina kongreya netewî bidin.”

Nabe em hevdû qebûl nekin

Hozan Şemdîn ku ji Bakurê Kurdistanê ye jî di vê derbarê de axivî û got: “Divê em ders ji felaketên berê hatine bi ser me de derxin.Pêwîste em derfetan bafirînin. Divê partiyên cûda di Kurdistanê de hebin. Lê nabe ku hevdu qebûl nekin. Niha derfetên dîrokî ketine destê gelê Kurd de ji bo bikarin kongreya netewî lidarbixin. Berê niha Ocalan gotibû, divê kongreya netewî were lidarxistin û Mesûd Barzanî û Leyla Zana jî bibin hevserokên wê.”

Divê hemû alî hewl bidin

Her wiha hunermend Zozan Gabar jî di vê derbarê de mafê axaftinê girt û got: “Divê em bizanin ku Rojhilata Navîn bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn û hemû alî hewl didin bi awayeke serkeftî ji vî şerî derbikevin. Ji lewma divê gelê Kurd û em tev ji bo kongreya netewî bi erkê xwe rabin. Ji ber berjewendiyên hizbî û aborî, nikare gelê Kurd naparêze.  

Metîrsî nebûna yekîtiyê ye

Diyar Dêrsîm jî tevlî panêlê bû û di vê derbarê de nirxandinên girîng kir û wiha axivî: “Sed sal berê niha Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hate parçekirin. Di vê demê de ku derfet çêbûne eger gelê Kurd yekbin wê encamekî baş bidest bixin. Ji ber ku niha gelê Kurd gelê herî çalak yê herêmê ye. Lê, mixabin me niha Kurdistanê ji çar parçeyan zêdetir parçetir kiriye. Niha derfet ji bo me çêbûye lê, metirsî jî hene. Metirsî ewe ku em ne bin yek. Hunermend xwedî rol û bandorekin ji lewma divê xwedî hewldan bin.”

Em yekîtiya netewî ava bikin

Xelîl Xemgîn jî weke hunermendekî Rojavayê Kurdistanê di panêlê de amade bû û got: “Aliyên Kurd yên pêwendîdar zêde metirsiyên heyî nabînin. Ji ber vê jî gav ji bo lidarxistina kongreya netewî û yekîtiya netewî ya Kurd na avêjin.”

Hunermend wê îro biçin Kerkûkê û ji bo gerîla û pêşmergeyên di eniyên şer de jî konserek bidin. 


ANF/SILÊMANIYE