Ji bo civîna Cenevre 3 ya tê payin die 29'ê Çile de bê lidarxistin dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî û Qatarê hemû hêza xwe ji bo li derveyî civînê hiştina Kurdan bikar anîn. Lê belê tevî vê yekê jî ne karîbûn beşdariya Kurdan a Cenevre 3 ku paşeroja Sûriyeyê wê were guftûgo kirin asteng bikin. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku rêxistina sîwan a hêzên demokratîk e û Partiya Yekîtiya Demokratîk jî di nav de cih digire bi fermî ji bo civînê hate vexwandin. Civîn bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Rûsyayê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de tê lidarxistin.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet Stefan De Mistura vexwandnameyê beşdaran doh di saetê êvarî de şandin. Dema nûçeya me dihate amadekirin de Hevserokê MSD Heysam Menna û Randa Qasîs vexwandnameyên xwe girtibûn. Her wiha li bendê bû ku Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî vexwendnameyên xwe bigirin.
CENEVRE