Çima alozi, çima şer? Em baş ne dagirkeriya dewleta Tirk ya ku li ser Kurdan ferz dike zanibin, ne jî xetera ku hebûn û tunebûna ku me hemûyan elaqedar dike, em ê karibin fêm bikin. Niha gava ku tê gotin ji Rêberê Gelê Kurd ti xeber nayê girtin, yan jî ev demeke dirêj e bi malbat û parêzeran re hevdîtinan çênake; wê çaxê em dikarin bibêjin, bi tevahi gelê Kurd û derdorên ku doza demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dikin, wê bikevin nav fikar û gûmanan.

Ji her alî ve, hikûmeta Tirkiyeyê di nava xwe de hem li ser meseleya darbeyê hem jî di van rojan de ku gerîlayên Kurdistanê li gelek deveran bi çalakiyên bi bandor pişta artêşa Tirk şikandin. Li Şemzînan, Çelê, Cizîra Botan Herema Serhedê ev hate dîtin. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a ku her qirkirin û kuştinê li ser nasname û çanda Kurdan rewa dibîne, wê bi vî şêwazî rewşa heyî bêdeng derbas nebe, niha ji aliyê gelek parlemanter û siyasetmedaran ve ji bo agahiyek ji Rêber Apo bê girtin yan jî hevdîtinek pê re pêk bê, di nav de parlemanterên HDP’ê, hevserokên KCD û DBP’ê jî, 50 siyasetvanên Kurd li Amedê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. 

Meseleya dewleta Tirk hişmendiya nijadperestiya bi salan e ku dixwaze koka Kurdan qir bike, di komara Tirkiyê de ev guhertin nehatiye çêkirin. Çima hevdîtin çênabin? Bi mutabeqata 28’ê Sibatê, cara yekemîn li ser maseya rêkên çareseriyê li Dolmabahçeye hatin ceribandin, lê mixabin ev jî ne partiyên MHP, CHP ne jî di nav civaka Tirkan de nehate pejirandin. Niha atmosfera ku Serokkomarê Tirk, Serokwezirê Tirk, Arteş û medyaya fermî ku bi şerê psîkolojîk dixwaze tengavbûna dewletê veşêre, li rêbazên cuda digerin. Li ti deveran tu rêbaz neman ku bi operasyonên siyasi leşkeri û civaki berxwedana Kurdan bifetisîne, dagirkeriyê û prestîja ku nemaye bi cihanê bide diyarkirin.

Lê bi berwxedana dîrokî ya gel û şervanên Kurd, ev nîşanî hikûmeta Tirk kirin. Çima dewlet naxwaze li Îmraliyê hevditin çêbin, yek ji sedeman ew e ku Kurdan ji daxwaza xwe ya xweseriyê gav bi paş ve neavêt. Dagirkeriya Tirk û Erdogan, armanca wan ne tenê ew e ku Kurdên li Bakure Kurdistanê bi tecrîdkirina Rêber APO dil bigire, yek Kurd li Rojhilata Navîn xwe birêxistin neke, ji kesayet heta civakê ne bêxwedî ye vîna azad. Her roj li ber çavan tê dîtin ku li seranserê sinorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê bi zanebûn qetilkirina insanan, lêkirina dîwaran re tê fêmkirin, ya ku Erdogan dike, li Kobanê, Efrin, Amed, Cizîr û li her devereke cîhanê ku Kurd lê hebe pêwîst e were kuştin ango qetilkirina wî/ê helal û rewa bê dîtin.

Ev dagirkeriya ku wê her Kurdî/ê bike mîna topeke agirî, wê deshilatdariya Erdogan bişewitîne, em dikarin bibêjin deshilatdariya Erdogan bi polîtikayên xwe yên li Kurdistan û qada navneteweyî de bi taybetî li ser meseleya Surî bi xeyalên xwe pêk nehat. Lewma, bi her cureyî tecrîdkirina Rêber APO, dagirkirina Cerablûsê, li Kantona Kobanê berxwedana li hemberî lêkirina diwar dewleta Tirk hejandiye, li Bakure Kurdistanê çalakiyên gerîla dewleta Tirk fetisand. Ev rewşa ku bi zextan dagirkeriyê li ser Kurdistaniyan ferz dike, wê berovajiyê vê, li Tirkiyeyê qesra Erdogan û desthilatiya wî rûxîne; hingê Kurd bi her awayî wê xwedî helwêst û berxwedanê bi pevajoyê re bi ser keve. Xetera li ser Kurdan a şikandina vîna azad û berxwedêr wê li her çar parçeyên Kurdistanê rihê serketinê xurt bike,  hingê tecrîda li dijî Rêber APO wê were rakirin.


Enes YILDIZ