
Derûnînas Dr. Şiyar Guldiken, anî ziman ku ji ber şert û mrcên xerab her ku diçe derûnî û tenduristiya welatiyan nebaş dibe û xwest bi lezgîn tedbîr bên girtîn Gultekîn, diyar kir ku li Wanê bajarên çadir û bajarên konteynir heye û di navbera jiwana wan te sînorên mezin heye. Derûnînas Gukdiken, anî ziman ku tenduristî û derûniya zarokên di çadiran de dimînin di nava xeteriyê de ye. Gultekîn destnîşan kir ku ji bo alikariyê bide welatiyan 4 roj berê hate Wanê û wiha got: "Erdheja 23'ê cotmehê û 9'ê mijdarê bandorek gelek mezin li ser welatiyan çêkir.
Guldiken, destnîşan kir ku li Wanê di otorite û serdest hene û wiha got: "Otorîdek dewlet e. Dewletê li vir tiştê hewce bû pêk bianiya nekir. Peyvira xwe neanî cih. Nebû bersîva daxwaza welatiyan. Ji ber vê yekê mirovan xwe tenê û bêkes hîs kir. Ji ber pirsgirêkên cuda êdî nexeşiya travmayê dest pê kir. Divê berî her tiştî bawerî xurt bibe. Otoriteya din her çend dewlet qebûl bike û neke jî heye. Ew jî di aliyê organizasyonê de pirsgirêkê dijî. Ji ber ku otoriteya sivîl û herêmî rastî astengiyan tê nikare karê xwe bike. Ji ber ku pirsgirêk nayên bersivandin nexeşiyên tenêtî, bêbawerî û nexweşiyên cuda her ku diçe zêde dibe. Herî zêde derûniya jinan û zarokan xera dibe. Ji ber ku kar û barê herî mezin dikeve ser milê jinan. Karê xwarin, paqijî, parastin û hemû karê malê jin dikin û ev dibe pirsgirêk. Dîsa ji ber ku zarok nayên parastin û daxwazên wan nayên bersivandin derûniya wan xera dibe.
Guldîken, destnîşan kir ku wan li Amedê Platfoma Mudaxaleya Krîza Travmaye ava kiriye û wiha got: " Di vê pilatformê de nûnerên ÎHD, MAZLUM DER, TÎHV, Egitim Sen, SES û şaredarî jî cih digirin. Em dê ji vir yekîneyên piştgiriya civakî û erdhejê bişînin. Li bajarê çadirî yê konteyniran heye. Niha li van bajaran 20 hezar mirov dijî. Di navbera welatiyên li bajaran dijî û welatiyên din de cudahî derketiye. Ev rewşer pir talûke ye. Divê bi lezgîn pêşî li vê yekê bê girtin û alikarî ji hemû welatiyan re bê kirin.
Doktorê serwîsa lezgîn Ekrem Çelik jî anî ziman ku pirsgirêka herî zêde serma û starî ye û wiha got: "Her çadir sar in û hem jî şert û mercên paqijiyê pirsgirêk e û wiha got: "Ji ber sir û sermayê gelek mirov serma digirin û nexweş dikevin. Herî zêde nexweşiyên wekî bronşît, virik, zikêş, verişandin, qirik, kezeb û enfeksiyonên din xwe didin der. Pirsgirêk gelek in, lê derfet kêm in. Divê li vir Dokrotên derûniyê zêde bin. Çadir pir sarin, gelek mirov li derve radizên. Ji ber ku hewa gelek sar e mirov nikarin bi şevê razên û gelek jê bi roj radizên."
DÎHA / WAN