Şewatê mala sar germ kir, lê bû sedem ku Xeto yê dilê wî bi qasî tava havînê germ bû jiyana xwe ji dest bide. Mirina Xeto li Dêrik û Mêrdînê rê li ber şînê vekir. 10 hezar kes beşdarî merasîma cenaze bû û tevahiya dikandarên navçeyê dikanên xwe girtin.
Çîroka peyker
Şaredariya Dêrikê daxwaza şêniyên navçeyê ya ji bo çikandina peykerê Xeto û Remo nirxand û di sala 2003'an de biryar da ku peykerê her du birayan li kolana herî qelebalix a navçeyê bicih bike. Peykertiraş Şehabettîn Nebîoglû bi xebateke ji 6 mehan, peykerê Xeto û Remo temam kir. Taybetmendiya herî mezin a Xeto û Remo jî ew bû sixêf ji her kesî re dikir. Lê kes ji vê aciz nedibû. Piştî ku çêkirina peyker qediya, her kesî meraq dikir ka Xeto û Remo wê reaksiyoneke çawa nîşan bidin. Reaksiyona destpêkê ya Xeto û Remo ji bo peykerê xwe jî, mîna her carê kirina sixêfan bû. Şehabettîn Nebîoglû ê peykerê Xeto û Remo çê kir anî ziman ku di jiyana xwe hunerê de karê herî bedew ew çê dike peyker e û got, "Ew çavreşka gelê Dêrikê bûn. Ya rast, aqlê wan li serê wan bû, lê Xwedê aqlê wan hinekî biçûk çê kir û lê di dilê mirovan de bûn kesayetên mezin. Serbilindim ku min peykerê wan çê kir. Bila keda min li wan helal be."
Gelê navçeyê, pêdiviyên Xeto û Remo tedarik kir. Ji xwe tiştekî zêde nedixwestin. Tenê dixwestin zikê wan têr be û cixareyê bikşîne. Gelê navçeyê di tevahiya emrê wan de, ti carî ew birçî nehişt.
MÊRDÎN