Yûsûf Kayran 3’ê Hezîranê bi êrişa hewayî li çoltera Licê hatibû şehîdkirin. Dayika wî Melîha Kayran destnîşan kir ku li dijî wan şerê psîkolojîk dimeşînin: “Ev çar meh in ku xew nakeve çavê me. Ev yek ne di dînê îslamê de û ne jî li cihanê tine."
Dewleta Tirk cenazeyên 4 HPG’iyên di erîşa hewayî ya 3’yê Hezîranê ya li çoltera Licê de şehîd bûyî, ev 4 meh in nade malbatan. Yek ji wan Zinar Akro (Yûsûf Kayran) e. Cenaze piştî 4 mehan birin morga Amedê û ev 3 roj in li wir radiwestînin û nadin malbatan. Melîha Kayran ku dayika Zinar Akro ye, dibêje: “Ez li Izmîrê dimînim. Em di 8’ê Hezîranê de agahdar bûn. Yusuf jiyana xwe ji dest daye. Ez di 8'ê mehê de hatim Amedê. Me di 9'ê Hezîranê de miracaetî Qereqola Cendermeyan a Licê kir." Jixwe piştî vê êşkenceya li dijî malbatan dest pê dike. Cenaze 44 rojan li çiyê hatibûn hiştin. Malbatan cenaze anîn, ji bo testa DNA´yê 10 caran miracaet kirin û gelek caran nimûne dan. Piştî ku testa DNA´yê jî eşkere bû, dîsa malbat nehatin agahdarkirin. Li ser miracaeta malbatan cenaze birin morga Amedê lê hîna jî cenazeyan nadin malbatan.
melîha Kayran got, ew 2 caran ji Izmîrê çûye Amedê, 53 rojan li Amedê maye û awiqandina ji bo nedana cenazeyan jî ew wiha rave dike: “Dixwazin me çavtirsandî bikin. Dibêjin, dev ji vî karî berdin. Çar meh in xew neketiye çavê me. Çar meh in em nizanin em çi dikin. Ez dayik im. Tu zanibî zarokê te hatiye kuştin û gora wî tine, tu wê çi bikî? Ev zilm ne di dînê Îslamê de heye û ne jî li ti welatê cihanê."
MA/AMED