
Jiyan bê xew guncan e yan na? Ji ber çi giyanewer –mirov û sewal; belkî nebat jî- bi xew re diçin? Tê zanîn ku ji wan hinek pir û hindik bi xew re diçin. Lewma tenê çalakiyek ku ji aliyê laş ve pozîsyongirtinek nîn e. Dibe ku li ser pêyan, rûniştî û her wiha jî xew xwe bi ser laş de berde. Ew wexta ku xew xwe bide nîşan laş bi awayekî dibe xwedî bertek. Yan xwe dike mekan û xew li ser vedizile yan jî bi bawîşk û tevziyan ji xwe dûr dixe. Ev aliyên wê yên biyolojîk in.
Gava xew dibe mijar, çend tiştên wekî wê tên bîra mirov. Xwarin û vexwarin ên ku sereke ne. Yanê gava xwezaya ewilîn li ser kar be zagonên ku divê tê de têrkirin jî hebe. Wisa ye ku gava neyên têrkirin û berxwedana li hemberî wê laş ber bi têkçûnê ve dibe. Heya cihekî berxwedan pêkan e lê ji cihekî şûnde dişibe berxwedana li hemberî herikînê. [Tişta ku jê re vîskozîte tê gotin; berxwedana li hemberî herikîna wek dims, av, xilava volkanan û hwd.] Bê xew çend roja em dikarin li ser pêyan bimînin, çend rojan kêmxew debara jiyana rojane pêkan e? Kes li gorî tempoya jiyana xwe dikare laşê xwe jî hînî saetên xewa têrbûyî jî bike. Ev dibe stantardên jiyana bedena wî. Lê jiyaneke ji binî ve bêxew hatiye rûyê dinyayê gelo? Ev xwediyê enerjiyeke çawa ye ku qet pêdivî bi xewê nayne? Çima jiyaneke wisa çalak ku bêxew û her daîm li ser pêyan tê de tune be? Ew parçeyekî zindîbûnê ye yan gava em bi xew re diçin êdî jiyana me ya aktîf nêzîkî li ber tunebûnê ye? Çima dibêjin “xew û mirin yek e.”
Çalakiyeke wisa ku westandinê ji holê radike û jiyanê ji alî zehmetiyan siviktir dike lê bersiva wê ji jiyanê dûr dixe. Jiyana ku beden di xew de ye jiyîn e yan ji alî hinek fonksiyonan ve tenê jiyîn e? Bi geşedanên lêkolîn, pêşvêçûn û teknîkê re niha di tenduristiyê de bi tişta ku jê re “jiyana nebatî” tê gotin, berdewama jiyanê pêkan dibe. Jiyaneke çawa dibe bila bibe, hinek fonksiyonên laşê mirov di pîvanên asgarî de li ser kar in. Ji der ve wisa dixuye ku dişibe xeweke giran. Ji hundir ve hê teknîka heyî rê nade ku ka gelo bertekan nîşanî derveyî xwe dide yan na? Ev yek nêzî mijarê ye, lê xew em pê dizanin ku ne wek wê lê ji alî dîmen ve nêzî wê ye.
***
Destûra peyvê; xew û xewn. Jiyan têrî çi nabe yan jî jiyana mirovan a heyî, bi tarza xwe û çalakbûna xwe têrî çi nabe ku di xewnê de bi şêweyekî din têr dibe –gelo têr dibe?- Çawa ku jiyaneke bêxew hê nebûye mijar, jiyaneke bêxewn jî dê bibe mijar an heya ku ev xwezaya heyî bi form û teşeya xwe guncan be ew ê jî bibe parçeyekî vê xwezayê? Çavên vekirî ku zêdetir hînî rastiya derûdora xwe bûye êdî ji vê rastiyê him westiyaye him jî têr bûye û pêdivî lewma bi girseya îmajên din dike. Çimkî pirî caran jiyana ku bi azweriyan tijî ye rê nade têrkirina van xwestekan. Ev beden û hiş êdî nikare vê kêmjiyanê rake û him bi xewê têkçûnê têk dibe him bi xewnê hişê ku bi raya beden, bi azweriyên têrnebûyî tijî bûye têr dike û safî dike. Ev yek bi rêyeke otomatîk û fermanan bi encam nabe lê bi piranî li gorî xeml û xeyalan an jî xwestekên nebicihî dibin bersiv û barê bîra mirov siviktir dikin. Jiyaneke wisa têr û tijî ku pêdivî ne bi xewê ne jî bi xewnê bîne, di bin vê şêweya jiyana mirovan de hê ji guncanbûnê gelekî dûr e. Kengî xweza û zagonên wê bi giranî guherîn belkî ew yek jî bibe mijara gotinê.