Ji roja ku dewleta Tirk li ser xwîn, talankirina heyî û çanda gelan hatiye damezirandin ta vê roja me, ji bo têkbirina gelê Kurd bi hemû nirxên wê ve bi her awayî ketiye nava hewldanan.
Ji bo ku bikanin pêşî li Tevgera Azadiya Kurd bigirin, hemû azînên dij etîka mirovbûnê, hemû dek û dolabên Osmanî bi kar anîn, nebû. Heta tenê bi niyeta têkbirinê nêzîkê “pêvajoya çareseriyê” bû, lê dîsa bi ser neket. Modela Srîlankayê carê ceriband, nebû. Mijara DAIŞ´ê jî azîneke wan ê derê sînorê Tirkiyê bû, ew jî nebû, têk çûn.
Niha careke din Plana Anînarê a Rojhilatê (Șark Islahat Plani) derxistin pêş. Di bin navê modernîzekirina vê planê de; li aliyekî hewl didin ku bi tevlîhevkirina vê planê û modela Srîlankayê bi ser keve; li aliyê din jî weke alternatîfekê li ser têkelhevkirina vê planê û Modela Çeçenistanê radiwestin.
Plana Anînarê a Rojhilatê
Plana Anînarê a Rojhilatê ev bû: Di kujêrî, bangaşî û bala giştî de bikaranîna serokeşîr, şêx, kes û derdorên bi dewletê re ne, pelixandina serê serhildêrên serhişk bi her awa azînên tên hişan, li her bajarê Kurd anîna ser kar a karmendên Tirk, bi cîhkirina mihacirên Tirk ûhwd. Piştî serketinê jî sirgûnkirina eşîr, şêx û kesên hatine bikaranîn.
Modela Srîlankayê: Rasterast jenosîda gelekî ye. Berê yekber kuştin sotin, yên ji ber jî man wek kole firotin, di karên herî qirêj de bikaranîn. Ew bişaftin û helandina zarokan e jî ji ber bala cihanê di dibîstanên lêmanê de.
Modela Çeçenistanê; jî pelixandina serê serhildêran bi alîgir û cîgehên wan ve, anîna ser kar a alîgirên xwe û dewamkirina otonomiya heyî bi destê alîgirên xwe ye.
Firsend
Li gorî wan di nava vê mij û morana Rojhilata Navîn de dema firsendê hatiye.
Amadekarî
Da ku bikanin van planên xwe daxin meydana jiyanê, bi salan e ku di nava amadekariyan de ne. Bi komeke serbazên profesyonel simulasyoneke şer û komkujiyê amade kirin. Pişt re jî bi awayekî di çapemeniyê de dan weşandin (Kürtlere savaş simulasyonu 14.5.2014 yeniozgurpolitika, Gunay Aslan).
Di heman demê de jî biryara pratîkkirina vê sîmulasyonê hatiye dayîn. Li ser vê Ahmed Davûtoglu bêyî ku veşerê, got, wan ev êrişên bajaran ta sala 2013´an di civîneke konseya ewlekariya neteweyî de amade kirine.
Berê tevahiya çapemeniyê bi awayekî aşîkar û hovane girtin bin kontrola xwe ku ti dengî ranegîhînin bala giştî, tenê nûçeyên aspargas û reşkirinê ragihînin.
Li pey van amadekariyan bi fermî gotin: "Êdî HDP û palpiştên wê ne muxatebê me ne. Em ê muxatebên nû biafirînin." Û ev jî li gorî Plana Anînarê ya Rojhilatê zelal kirin: Ew ê vê; ji hin partiyên ji gel qutkirî, sergerdeyên cerdevanan, serokeşîran û çend Kurdên di nava xwe de pêk bînin.
Ji bo ji van êrişên xwe re zemîneke rewa biafirînin
a) Hilbijartinên 7 Hezîranê kirin bone, b) dest bi provayên komkujiyan kirin (komkujiya Enqerê) c) Barzanî anîn, berê birin îstîxbaratê. d) Bi hatina Barzanî re ala Kurd dan destên endam û alîgirên van partiyan. Bi destê wan “barîkat û xendek” wek bone dan nîşandan û bangaşiya reşkirinê dan despêkirin. e) Barzanî bi van partiyan re civînek li dar xist, f) Bi boneyên cuda hêjmarên leşkerê xwe yê li Başûr zêde û modernîze kir. g) Bi rêya çapemeniya wek Rûdawê ket nava hewldanên amadekirina gelê Başûr ji bo êrişeke li dijî Qendîlê.
Bi çûyîna Barzanî re bi dehhezaran leşkerê xwe ve bajarên Kurdistanê dorpêç kirin.
Lê tiştek ji bîr kirin. Ne Kurdistan Çeçenistan û Srîlanka ye, ne jî Tevgera Azadî di rewşa birêkxistinên van welatên navbirî de ye. Tevgera Azadiyê îro li Rojhilata Navîn hêza herî dînamîk, xwedî azmûn û bi dîsîplîn e. Gelê Kurd jî ne wek gelên van welatan e.