FADIL DONMA / SALZGITTER

Belgefilma “Xewneke Kurdan: Rojava” li bajarê Elmanyayê Salzgitterê hate nîşandan. Film li ser berxwedana 9’ê Cotmehê ye; yanî berxwedana li dijî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi şîara “Mirov bin, çi ol, çi perwerdehî, çi tiştek din, mirov bûn tenê karê wijdan e” film hatiye çêkirin. Derhêner Michael Enger film amade kiriye. Beriya nîşandana filmê li Salzgitterê, ji bo Şehîdên Berxwedana Rûmetê rêz hat girtin.

Di belgefilmê de tê nîşandan ku vekişîna eskerên Emerîkî ji bakurê Sûriyê, keys daye artêşa dewleta tirk. Beriya bi salekê, derfetên rojnamevanan çêbûn ku bibînin ka gelên Rojava bi çi rengî dijîn û ji bo paşeroja xwe çi gav diavêtin. Film behsa wê dike çawa bi alîkariya Emerîkî û Kurdistaniyan keleha DAIŞ´ê çawa di dawiyê de hat şikandin. Film nîşan dide çawa ji destpêkê ve dewleta Tirk gef dikirin li destketiyên Kurdistaniyan. Ji bo ku Kurdistanî negihîjin statuyekê ka çawa dewleta Tirk li kezsa xwe geriya û bi vekişandina eskerên Emerikî dewleta Tirk 9’ê Cotmehê çawa keysa xwe li êrşên dagirker anîn, di filmê de tên nîşandan.

Bi organîzasyona hevpar a Meclîsa Şehîd Berçem Cîlo û Rêvebera Navenda Kurdên li Salzgîtter, Cîwanên Kurdistanî û dostên wan li belgefilmê temaşe kir.