Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk, serketina hilbijartinên 1’ê Kanûna 2017’an li tevahiya gelên Bakurê Sûriyê pîroz kir û got, “Bi beşdariya hemû pêkhateyan me blokeke din di sîstema Federaliya Demokratîk de ava kir.”

Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê têkildarî vê mijarê daxuyaniyek da.

Meclîsê di daxuyaniyê de li ser navê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, serketina hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 1’ê Kanûnê li tevahiya gelên Sûriyê pîroz kir û wiha dewam kir: “Em vê serketinê diyarî şehîdên xwe yên leheng û qehreman dikin ku di çeperên şer de ji bo me derfetên jiyaneke bi rûmet afirandin.”

Desteya Rêveber a Meclîsê, malavahiya keç û xortên bi berpirsyarî beşdarî xebatên hilbijartinan bûne kir û her kesa di xebatên hilbijartinan de cih girtî jî ji bîr nekir. 

Desteyê hêzên ewlekariyê, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, mamosteyên li ser sendoqan û dezgehên çapemeniya azad ji ber bicihanîna erka xwe, malavahiya wan kir.


Em bersiva daxwazên gelên Sûriyê didin

Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk girîngî bi serktîbûna vê qonaxa hilbijartinên Federaliya Demokratîk da û got, “Me bi beşdariya tevahiya pêkhateyên Bakurê Sûriyê, di avakirina sîstema Federaliya Demokratîk de ku wê yekîtiya Sûriyê misoger bike, blokeke nû lê kir.

Armanca şoreşa Sûriyeyê ew bû ku sîstema demokratîk a tê de azadî, wekhevî û dadmendî hebe, were misogerkirin. Li ser rêya vê sîstema nû ya azadî û rûmetê, bi sedhezaran ji welatiyên Sûriyeyê di vê oxirê de hatin kuştin, bi milyonan kes perîşan bûn.

Va ye, em li Bakurê Sûriyê bersiva bang û daxwazên gelên Sûriyeyê didin û sîstemeke rêveberiya siyasî ku dawiyê li aloziyê bîne û bibe alternatîfa herî baş, ava dikin.”


Gel sîstema federal weke rêya çareseriyê hilbijart 

Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk îşaret bi xisleta siyasî ya çareserker a hilbijartinên ji bo avakirina sîstema federaliya demokratîk kir û got, “Gelên me ne tenê meclîsên herêmî hilbijartin, lê belê wan sîstema federal wekî rêya çareseriya ji bo Sûriyê hilbijart. Ev yek li hemberî hemû hewldanên çareserî û sererastkirinê helwêstek e.”

Desteyê got, bi hilbijartinan diya bûye ku hewcedariya Sûriyê bi sîstemeke rêveberiya siyasî ya nû û destûreke nû heye û wiha dewam kir: “Helbet bi rêya van hilbijartinan, me ji tevahiya cihanê re diyar kir ku gelên Sûriyê xwedî hêza çareseriyê ne û me îsbat jî kir ku çareserî li Sûriyê ye, ne li cihekî din e. Eger em xwedanên vê nexweşiyê ne, helbet ji mafê me ye ku em dermanê nexweşiya xwe biafirînin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk hêvî kir ku kesên hilbijartî layîqê baweriya gel bi dayî bin. 


QAMIŞLO




Encamên Şehbayê eşkere bûn


Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, encamên hilbijartinên Kantona Şehbayê ya Herêma Efrînê eşkere kir.

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şehbayê, Duha Elûş li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê encamên hilbijartinan bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniyê de malavahiya her kesî kir ku di qonaxa duyemîn a hilbijartinên sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê de xebat kirine.

Li gorî daxuyaniyê 29765 kesan dengê xwe daye li kantonê, 16 deng hatie dûrxistin, 169 deng ne lê hatine hesibandin. Li gorî encaman 62 kursiyên Meclîsa Kantona Şehbayê ji Lîsteya Şehba ya Paşerojê hatin hilbijartin. Herçî Meclîsa Navçeya Kefernaya ye, heman lîsteyê 41 kursî bi dest anîn û Merwan Hisên El-Elî jî serbixwe hat hilbijartin. Li Meclîsa Navçeya Fafînê jî Lîsteya Şehba ya Paşerojê: 41 kursî bi dest anîn û Edhem Hisên Ebdulqadir Bozo jî serbixwe hat hilbijartin. Li Meclîsa Navçeya Ihrisê lîsteyê her 42 kursî bi dest anîn. Li Meclîsa Navçeya Til Rifetê jî lîsteyê 41 kursî bi dest anîn û Mihemed Ebdo Heneş serbixwe hat hilbijartin.