Rojeva cihanê bûyê rojavayê Kurdistanê. Îro mirov kîjan rojnamê vedikî, herkes behsa serkeftina Kurdan li Sûriyeyê dike. Îro siyaseta Rojhilata Navîn bi destê Kurdan ji nûve tê nivîsandin.
Nimûne: Di çapemeniya Almanyayê de gotina "xeyala Kurdistanê ji nûve jîn dibe" hatiye bikaranîn. Ev ne xewneke. Ev rastîyeke û azadiya Kurdistanê gelek nêze.
Îro ku yekîtiya Kurdan hebe, wê demê ev kesên ku dibêjin xewne, ewê bibînin ku azadbûn û rizgariya Kurdistanê ne xewne.
Di sala 1923'an de, li Lozanê Kurdistan hate perçe kirin.
Îro bi yekîtiya gelê Kurd ev perçebûyîn tê rakirin û azadiya Kurdistanê nêz dibe.
Li gorî baweriya min siyaseta Amerîka û Ewrûpayê eve ku dixwazin Kurdan derxin pêş, bi hêza Kurdan li hemberî rêjîma Esad bikarbînin.
Ji ber ku Îraq ne hatiye jibîr kirin. Amerîka û NATO nikarin di Rojhilata Navîn de hêza xwe ya eskerî careke din bikarbîne.
Ji ber vê yekê jî cavê herkesî li siyaseta Sûriyeyê ye.
Gelo Ameîka û NATO ji xwe bawer bûna wê operasyoneke leşkerî ne daba ne destpêkirin?
Tirsa Tirkiyeyê jî eve ku bayê azadiyê ji rojavayê Kurdistanê bilind dibe di ser bakûrê Kurdistanê re jî derbas bibe.
Ji bo wê jî, gelek hewlda ku bi alîkariya NATO'yê operasyonekê leşkerî bide destpêkirin.
Lê belê daxwaza Tirkiyeyê pêk nehat. Lewma Tirkiye ditirse ku destkeftiyên Kurdên Sûriyeyê zêdetir bibin.
Bawer dikim, ku Tirkiye piştî meha Tebaxê wê hinek guhertinan pêk bîne, ji bo ku rewşa xwe ya giştî maske bike û bibêje wa min guhertin pêk anîne.
Ji bo ku Kurden Bakûr ranebin li ser pîyan wê vê yekê mîna gaveke taktîkî pêk bîne.
Bila herkes bizanîbe, ku gelê Kurd careke dinê nayê xapandin.
Divê gelê Kurd hişyar be, ji ber ku komkujiyên mezin dikarin werin rojevê.
Hêviya min ew e ku serkeftina rojavayê Kurdistanê bibe sedema yekîtiya herçar perçan. Aqubet li Amed û azadiya rêbertiyê be...
Xeyala Kurdistanê ji nûve jîn dibe